Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Duhokê agir derket: Kesekî canê xwe ji dest da

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Duhok

Duhok (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê bajarê Duhokê li garajeke ku têde jeneratorên taxên wî bajarî hene agirekî mezin derket. Ji ber agir welatiyekî canê xwe ji dest da û çendîn otomobîl şewitîn.

 

Peyamnêrê Rûdawê Karwan Elî ji Duhokê ragihand ku li garajeke Duhokê agir bi nêzîkî 13 jeneratorên ku elektrîka du taxên wî bajarî dabîn dikin ket û heta niha ew agir nehatiye kontrolkirin.

 

Karwan Elî diyar kir, tê gotin ku dema du hesinkerên birayên hev ji bo lehîmkirina tankerekê hatine garajê, agir bi garaja ku têde 13 jenerator hene ketiye.

 

Rêveberê Giştî yê Şaristaniya Duhokê Silêman Îzedîn li ser sedema agirderketinê ji Rûdawê re ragihand: “Bûyer ji ber xemsariya xwediyê garajê qewimî. Me berî niha rêkarên pêwîst jê re diyar kirine ku nabe li cihekî tankera gazê têde heye lehîm were kirin, lewma ji ber lehîmkirinê ev agir derketiye.”

 

Silêman Îzedîn herwiha da zanîn: “Ji ber agir 3 otomobîl û wesayîteke bilindkirinê û tankereke gazê şewitîn û du tanker jî teqiyan,  herwiha welatiyekî bi navê Rizgar Ezwer canê xwe ji dest da.”

 

Berdevkê Berevaniya Şaristaniya Duhokê Bêwar Ebdulezîz jî diyar kir: “4 karmendên berevaniya şaristaniyê, ji ber gurbûna agir bi awayekî sivik birîndar bûn.”

 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-05-27 4:36:27 PM
Nayab chiye? Hun chima peyvên farisî dixin nav kurdî u zimanê kurdî/kurmanjî xira dikin. Xul u mul chiye. Lîga gishtiya Swêdêye u ev hind!
Dalkurdê ji Malmo xalek stend
| 7 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2018-05-27 4:16:56 PM
Kurdên Efrînê an YPG li dijî DAÎŞ'ê şer dikirin. Rûsyayê jî Efrîn firot neheqî li Efrîniyan kir. Di vî mabeynê de DAÎŞ xurt bû. A niha jî leşkerên...
Li Sûriyê 4 leşkerên Rûsî hatin kuştin
| 13 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2018-05-27 3:28:29 PM
Heq û mada 140 û berjewendîyên Herêma Kurdistanê,li Hewlêrê misoger dibin.Bexdad,çibe an Serokê Hikumetê Kî be,ne giringe.Giringî ewe ku Hêzên...
PDK û YNKê heman tişt ji Bexdayê xwestin
| 9 demjimêr berê | (1)
Nizano | 2018-05-26 5:49:46 AM
gelo her çar jî Kurdin?
Ali as | 2018-05-27 5:28:41 AM
@Nizano bellê, her car jî kurdin. Ma gello, 100 yan 50 însan werin komek picûk mal ê cawa ber xwe bidin?? Ha hûn dibîn inn kû carek din ev karê Olî...
YÛNANISTAN - Êrişî koçberên Rojava kirin
| Duh vî demî 08:44 | (2)
0.5 seconds