Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Tirkmen li Herêma Kurdistanê postekî bilind werdigirin

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2019
Konferansa rojanamevanî ya Fraksyonên Tirkmenî yên li parlamentoya Kurdistanê, îro 14ê Sibata 2019 li Hewlêrê. Wêne: Rûdaw TV
Konferansa rojanamevanî ya Fraksyonên Tirkmenî yên li parlamentoya Kurdistanê, îro 14ê Sibata 2019 li Hewlêrê. Wêne: Rûdaw TV

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, Omêd Xoşnaw ragihand, ku posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateya Tirkmenan hatiye diyar kirin.

 

Îro weke amadekarî bo civîna roja 18ê vê mehê ya Parlamentoya Kurdistanê, Serokê Demkî yê Parlamentoyê, Rêvîng Hirûrî li gel serokên fraksyonên nav parlamentoyê civiya.

 

Piştî civînê, Serokê Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, Omêd Xoşnaw ragihand ku posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateya Tirkmenan hatiye diyar kirin.

 

Serokê Fraksyona Eniya Tirkmenî li Parlamentoya Iraqê, Aydin Marûf li ser yekalîbûna posta cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Kurdistanê bo pêkhateya Tirkmen axivî û ragihand, “ev post ji Tirkmenan re giring e û nîşaneya giringîdana bi pêkhateya Tirkmen li Kurdistanê ye”.

 


Derbarê berbijêrê aliyên Tirkmenî bo wê postê de jî, Aydin Marûf da xuyakirin: “Li ser kandîdekê bo vê postê, em weke aliyê Tirkmen û weke fraksyonên Tirkmenî yên li nav Parlamentoya Kurdistanê, me ti gotûbêjeke fermî nekiriye. Dibe ku di pêşerojeke nêzîk de em vê yekê gotûbêj bikin”.

 

Marûf destnîşan kir: “Heta niha bi şêweyekê fermî ti aliyên Tirkmenî kandîdê xwe neragihandiye, eger em li ser wê postê li hev nehatin, dibe ku em di nava parlamentoyê de yekalî bikin”.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.594 seconds