Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Koreya Bakur gef li Amerîkayê xwar: Emê bêrehmane êriş bikin

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2017
Ala Koreya Bakur
Ala Koreya Bakur

Navenda Nûçeyan – Koreya Bakur gef li Amerîka û Koreya Başûr xwar û ragihand, eger ji ber manovêrên leşkeriyên wan her du welatan desthilatiya Koreya Bakur zirarê bibîne, dê êrîşên “bêrehmane” li dar bixin.

 

Rêveberiya Koreya Bakur bi rêya ajansa nûçeyan a fermî ya wî welatî KCNA daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Koreya Bakur ji ber manovrên hevbeş ên Amerîka û Koreya Başûr aciz e.

 

Herwiha ji ber ku Amerîka keştiyên şerî şandine deryayên nêzîkê nîvgirava Koreyê, di daxuyaniyê de rêveberiya Koreya Bakur gefê li Amerîkayê dixwe û dibêje: “Eger desthilat û rûmeta Koreya Bakur bi awayekê kêm jî zirarê bibîne, Artêşa Koreya Bakur dê ji bejahiyê, ji esman, ji derya û binê deryayê êrîşên bêrehmane pêk bîne.”

 

Keştiya USS Carl Vinson a Amerîkayê, bi mebesta manovra leşkerî ya hevbeş a bi Koreya Başûr re, li nêzîkî nîvgirava Koreyê ye.

 

Manovra leşekriya hevbeş a Amerîkayê û Koreya Başûr di 1ê Adarê de dest pê kiribû.

 

Herwiha Koreya Bakur çend hefte berê mûşekên balistîk ceribandibû, li ser vê ceribandinê Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê, bi Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe û Cîgirê Serokê Koreya Başûr Hwang Kyo-ahn re axivîbû û li ser ceribandina mûşekî ya Koreya Bakur, garantiya ewlehiyê dabû her du welatan.

 

Artêşa Amerîkayê diyar kiribû, Amerîka bi tevahiya hêza xwe ya leşkerî, hemû bergiriyan dê werbigre da ku gefa mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur bide sekinandin.

771 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Besam Mistefa | 2017-07-25 10:24:12 AM
Gelek spas û rêzgirtin kekê hêja Kardox...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (2)
lolozano | 2017-07-22 3:30:58 AM
Ronakbîrê Hêja!Ako!Dewleta Swêdê an Memleketa xwe,sîyaseteka teybetî bi rêve diçe!Di demên Cengên her du Cîhanê de,nebû terefdarê Dewletên ...
ali | 2017-07-24 7:09:04 AM
mişk ji çîyê xeyîdî ye, haya çîyê jê nebûye. gotinek pêşîyên tirkan
Hikûmeta Swêdê li dijî raya milletan e
| 19-7-2017 | (2)
Rûken Bagdu | 2017-07-24 5:38:33 AM
Pirsa hema her roj ji min têkirin ji alî gelek kesan ve; Tirk, Fransî, Amerîkî, zana û nezanan ve.."Ma hûn Kurd we ne ji bo nasîn û serxwebûna xwe we...
Referandûm derfeta dawîn a netewbûnê ye
| 22-7-2017 | (1)
Pêşmergeh | 2017-07-23 10:57:31 AM
Di nav Serkirdeyên YNKê de,Eserd,kesê herî tirsoneke.Hem tirsineke hem her kesî ditirsîne.Wa zanê,ku Serbixweya Kurdistanê,Kabose.Heyf ku heger tû...
Eseserd: Ji bo referandûmê Bexda li benda Enqere û Tehranê ye
| 23-7-2017 | (1)
0.671 seconds