Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

ŞINGAL - Alîgirên PKKê li dijî pêşmerge xwepêşandanê dikin, kuştî û birîdar hene!

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2017
Rûdaw
Rûdaw

Şingal (Rûdaw) – Li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê alîgirên PKKê li dijî Leşkerê Roj xwepêşandan kirin û di dema aloziyan de xwepêşandanekê jiyana xwe jidest da û çend kes jî birîndar bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim ragihand, îro komek xwepêşanderên alîgirên PKKê li Komalgeha Xanesorê li hember Pêşmergeyên Rojava xwepêşandak kirine û li ser vê yekê alozî derketiye.

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku di dema aloziyan de gule hatine teqanidn û di encamê de jinekê bi navê Nazê Nayif Qewal jiyana xwe jidest daye û hejmareke xwepêşanderan jî birîndar bûne.

 

Fermandarekî Leşkerê Roj ê Pêşmergeyên Rojava ragihand, ku PKKê ji Rojavayê Kurdistanê ve hinek kes anîne Komalgeha Xanesorê ya Şingalê daku li dijî wan xwepêşandanê bikin.

 

Fermandarê Fermandeya Du ya Leşkerê Roj Qadir Şêx Memî ji Rûdawê re ragihand, îro Sêşemê 14-03-2017ê, PKKê ji bajarê Dêrîka Rojavayê Kurdistanê bi gelek otomobîlan alîgirên xwe veguhestiye Komalgeha Xanesorê ya Şingalê da ku li dijî wan xwepêşandanekê saz bikin.

 

Şêx Memî got; “Ji bo rûbirûnebûna xwepêşanderan polîsê çalakiyên medenî guleyên plastîkî û rondikrêj bikaranîn.”

 

Fermandarê Leşkerê Roj tekez kir, ku ji bo rewş aloztir nebe çi ji destê wan tê dikin û diyar kir; “Me ji pêşmergeyên xwe re gotiye bi ti awayî guleyan bernedin. Ji ber ku kontrolkirina rewşê erkê polîsê çalakiyên medenî ye.”

 

Medyaya nêzîkî PKKê jî dibêje “çekdarên PDKê teqe li xwepêşanderên Şingalê kirine û 10 birîndar hene.”

 

Êvara roja 2ê Adara 2017ê hêzekî Pêşmergeyên Rojava ku hejmara wan 500 pêşmerge bûn, bi armanca bicîhbûna li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê çûne Komalgeha Xanesorê. Lê li nêzîkî rêbendekê Xanesorê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya serbi PKKê xwest pêşiya wan bigre.

 

Hêza pêşgerge li du cihên Xanesorê bicîh bûn. Şervanên YBŞê jî demildest di navbera herdu yekînêyên pêşmergeyan de çeper kolandin.

 

Demjimêr 06.30ê roja 3ê Adarê yekîneyekê pêşmerge berbi yekîneya din ve kete nav tevgerê lê şervanên YBŞê xwestin pêşiya wan bigrin. Ji ber vê yekê di navbera herdu aliyan de pevçûn derket.

 

Di encama pevçûnan de 7 şervanên YBŞê jiyana xwe jidest dan û 7 ji wan jî ji aliyê pêşmergeyan ve hatine binçavkirin. Herwiha 4 pêşmerge jî birîndar bûn.

 

Şîrove

 
Data pager
a berê
12
Page size:
PageSizeComboBox
select
malxerab | 14-3-2017
pkk disa dixuri..
Baran | 14-3-2017
Heta hun bingihên Pkkê li gel axê an erdî rast neken u berpirsên Pkkê negirin u rewaney Rojava neken, dê ev problême her hebin û dê gelek mezintir bin.
Pence$ér xwe disa belav kir | 14-3-2017
Cewa ku Erdogan buye bela seré Ewropayé,PKK ji bi wí awayé buye bela seré Kurd u (tevahiya) Kurdistané.
Bernas | 15-3-2017
PKK dezgehek dewleta kûr ya Tirkiye ye. Kê va yêka nedît, nepejirand, ew bi sernakeve. Di dinyayê de tistek wiha nîne ku partîyek 25 salan Şer bike, bes bostak axa Kuristan azad neke. Ji ber dijminê bakur direve, dixwaze li cîhên din têçûna xwe veşêre. Bo vê jî erîş dide ser Kurdên heremî, ku wan herêman jî têka hale bakur. PKK(Partiya Kemalistên Kurdan) ne di xizmeta Kurd û Kurdistan de ye, tucaran jî di wê xizmetê de nabû, û nabe. Ji serî heya dawî û herdem rêberên wê di bin astange dewleta kûr de bûn, û hîn jî bi fermana wê tevdigere.
Bernas | 15-3-2017
Yek rê heye, ya alîgerên Partîya Kemalistên Tirkiye ji wir herin an jî ewên bên avitin. Mafê kesî nîne ku li Kurdistan basûr, çav sorî bike, basûr jî têke halê bakur, çima ku armanc yekser ew e. Kê destûr da vê helwesta alozîkirin li Kurdistan-basûr ew bê aqile, bê hîsh e.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1710 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Tomarker | 2017-03-28 9:51:56 AM
Bibe sedema pêşveçûnên mezintir!
Kerkûkê derbarê Ala Kurdistanê de biryara xwe ya dawîn da!
| Duh vî demî 11:16 | (1)
Baran | 2017-03-27 8:34:35 PM
Nek her:"Di demek nêzîk de tevahiya Hesekê dê vegere himbêza Sûriyê". Dê tevahîya Rojavayê Kurdistanê teslîmî Esedîyan biken. YPg:e jî bila navê xwe...
Cîgirê Esed: Di demek nêzîk de tevahiya Hesekê dê vegere himbêza Sûriyê
| 27-3-2017 | (1)
lolozano | 2017-03-27 8:00:15 PM
Nivîskarê Hêja!Te,ne bes çêra(Heldenî)kirî,te çêra Paytextê Sîyaset û Roşenbîrîyê kirî.Paytextê Roşenbîrîyê bi Mamoste Îbrahîm Ahmed û Mam Celal...
Siyaseta Helednî
| 27-3-2017 | (1)
Baran | 2017-03-27 5:11:46 PM
Wate raste Pkke ji bo şerî xwe amade an hazir diket. Ev kare planeka bergirîyê ye di şerande.Da asenga ji bo hatin û çuna leşkerên beramberî xwe çêke.
FLAŞ / AMÊDÎ - 3 cihên amadekirî bo TNTyê hatin dîtin
| 27-3-2017 | (1)
0.782 seconds