Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Amedê dest bi ser 1195 bermayiyên dîrokî de hate girtin

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Amed
Amed

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê di encama operasyonekê de 1 hezar û 195 bermayiyên dîrokî û 7 gram bûjen (madde) ku tê gotin kaliforniyum e hate bi destxistin. 3 kes jî hatin desteserkirin.

 

Walîtiya Amedê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku piştî lêkolînên dûrûdirêj, tîmên Birêveberiya Beşa Tawanên Rêxistinî ya Fermandariya Leşkerî ya Bajarê Amedê û ya navçeya Kayapinarê, li navçeya Kayapinarê bi ser malekê de  girtine.

 

Walîtiyê daye zanîn ku di encama biserdegirtina malê de 1 hezar û 195 bermayiyên dîrokî ku praniya wan polik in û 7 gram bûjen ku tê gotin bûjena kaliforniyumê ye hatiye bidestxistin.

 

Herwiha hatiye ragihandin ku têkildarî mijarê 3 kes jî hatine desteserkirin û yek ji wan 3 kesên ku hatine desteserkirin, di amadekariya firotina van polik û berhemên din ê dîrokî û bûjenê de bûye.

 

Hate zanîn ku ji bo li ser ew berhemên dîrokî û wê bûjena ku tê gotin bûjena kaliforniyumê ye, lêkolîn bêne kirin, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaz ji AFAD û Dezgeha Enerjiya Atomî ya Tirkiyê hatiye kirin ku tîmên xwe yên pispor bişînin.

 

“Kaliforniyum yek ji bûjenê herî xeternak in”

 

Bûjena Kaliforniyum ku ji ber cara yekem li Zanîngeha Kaliforniyayê hate lêkolînkirin û ji ber vê yekê navê zanîngehê lê kirine, yek ji bûjenên herî xeternak in û di sirûştê de nayê dîtin.

 

Kaliforniyum, piranî di reaktorên nukleerî, di lêgerîna zêr û zîv, di kolana bîrên neftê û amûrên pîvana rewayê de tê bikaranîn.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Amed, Bermayî, Kurdistan
727 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.157 seconds