Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Amedê pêşengeha bînasaziyê hat sazkirin

Ji aliyê Mehdî Mutlu 15-3-2019
Bi organîzasyona TUYAPê 9emîn Pêşengeha Bînasaziyê ya Rojhilata Navîn bi beşdariya 82 kompaniyan li Amedê dest pê kir

Amed (Rûdaw) - Bi organîzasyona TUYAPê 9emîn Pêşengeha Bînasaziyê ya Rojhilata Navîn bi beşdariya 82 kompaniyên kelûpelên bînasaziyê li bajarê Amedê dergehê xwe vekir. Di rewresma vekirina pêşengehê de ji bilî Gerînendeyê Giştî yê TUYAPê Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê û Hewlêrê jî gotarek pêşkeşî beşdaran kirin û pêşengeh dest pê kir.

 

Kompaniyên beşdar  hemû hilberînên xwe yên pêdiviyên avahîsaziyê li pêşengehê raxistin. Di pêşengeha navdewletî de ji dewletên wek Iraq, Misir, Îran û Almanyayê şandeyek ji 200 kesî û herwisa tevî serok û rêvebirên Jûrên Hewlêr Silêmanî, Duhok û Şandeya Yekîtiya Mutehîdên Başurê Kurdistanê jî hazir bûn.

 

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Hewlêrê Dara Celîl Xeyat ji Rûdawê re ragihand: “Welatê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heke têkiliyên xwe li gel Herêma Kurdistanê qaîmtir bikin wê di warê aborî û bazirganiyê de jî bi hêztir bibin, îro biraderên me em vexwendin vê derê û ez bawer im emê di qaîmkirina têkiliyên xwe yên aborî de her berdewam bikin.”

 

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Duhokê Eyad Ebdulhelîm jî diyar kir: “Em wek bazirganên Bakur û Başûr hewl didin ku bi rêgehên wek pêşengehên bi vê rengê têkiliyên xwe çawa pêştir bibin. Ev organîzasyonên bi vî rengî dibin pire ji bo ku berhemdarên Amedê kelûpelên xwe bînin nav bazarên Başûrê Kurdistanê û ji Başûrê Kurdistanê ber bi Iraqa naverast re ev berhem werine veguhestin.”

 

Piştî berzbûna Dolar û Ewroyê li hember Lîreyê Tirkî û herwisa peydabûna qeyrana aborî sektora bînasaziyê li Amedê niha bi rêjeya %90 sekan bûye, li hember vê qeyranê kompaniyên Bakur û Başûr di pêşangehê de helwestek derxistine pêş ku ewê bi hev re sektora bînasiyê bi gîhan bikin herwisa bi hemahengî avadaniya bajarên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ji bo du aliyan jî fersendekî bêhempa ye.

 

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Mehmet Kaya destnîşan kir: “Rastiyek heye ku rêjeya bazirganiyê di navbera me û Herêma Kurdistanê de gelek lawaz bûye, divê em bazirganiyê ji nû ve bi gîhan bikin. Kengê em bikaribin hinardekariya xwe û Herêma Kurdistanê derxin ser 10 milyar dolarê wê demê wê aboriya Tirkiyeyê ber bi başiyê ve here.”

 

9emîn Pêşengeha Bînasaziyê ya Rojhilata Naverast li Amedê wê heta 17ê vê mehê vekirî be, herwisa sala borî bi beşdariya 72 kompaniyan 20 hezar û 568 kes beşdarê vê pêşengehê bibûn.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.282 seconds