Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Zêbarî: Em dixwazin heta dawiya vê mehê hikûmet were pêkanîn

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hoşyar Zêbarî derbarê pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hoşyar Zêbarî ragihand, wek PDK ew dixwazin heta dawiya vê mehê hikûmet were pêkanîn û wan ev peyam gihandiye Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK). Zêbarî got, ji bo parvekirina postên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, komîteyên danûstankar ên PDKê û YNKê dê dest bi gotûbêjan bikin.

 

Endamê polîtbîroya PDKê Hoşyar Zêbarî  ji Rûdawê re ragihand, Ku Pêwsîte  lez li pêkanîna hikûmetê bê kirin û heya dawiya meha Adarê ew li benda YNKê ne.

 

Hoşyar Zêbarî şeva Çarşemiyê 13ê Adarê beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê TVyê, ku ji aliyê Hîwa Cemal vet ê pêşkêşkirin, bû û di derbarê pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê, pêkanîna hikûmeta nû li Kurdistanê û danûstandinên navbera PDK û YNKê de bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Hoşyar Zêbarî ragihand, beşdariya YNKê di hikûmetê de giring e û PDKê berî ku serdana aliyên din bike, serdana YNKê kiriye. Zêbarî tekez kir, armanca PDKê ew e ku YNK bi serbilindî beşdariyê di pêkanîna hikûmetê de bike.

 

Wî endamê şanda danûstandkar a PDKê diyar kir ku PDK dixwaze him YNK û him Goran pêkhênerên sereke yên hikûmeta nû bin û got, lê belê dema pêkanîna hikûmeta nû nevekirî ye.

 

Hoşyar Zêbarî daxwaz ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê kir heta dawiya meha Adarê li gel PDKê bigihe rêkeftina dawî û beşdariyê di kabîneya nû ya hikûmetê de bike.

 

Endamê Polîtboruya PDKê, Hoşyar Zêbarî herwiha got, wan weke PDKê nexşerêya xwe ji YNKê re eşkere kirine û ji YNKê re gotine ku PDK bi pêwîst dibîne ku wezaretên Navxwe û Çavkaniyên Xwezayî, Tendirustî û Şarederiyê ji PDKê re bin.

 

Zêbarî da xuyakirin, di derbarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de jî wan ji YNKê re gotiye ku ji mafê wan e ku beşdar bin û tekez kir, pêştir jî posta Berpirsê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê, ji bo kesekî YNKyî bû, lê YNKê bi xwe ew post wernegirt.

 

Endamê şanda danûstandkar û endamê polîtboruya PDKê destnîşan kir, di hemû sektoran de, çi serbazî, darayî û xizmetguzarî de be, wan pêşniyara wergirtina postan li YNKê kirine.

 

Hoşyaz Zêbarî got, YNK dikare nûnerên xwe ji bo fermangeha peywendiyên derve destnîşan bike û Wezarta Pêşmerge û Wezareta Aborî û Darayî jî werbigir.

 

Zêbarî behsa daxwazên YNKê jî kir û ragihand: “Guhertin di daxwazên YNKê de çê bibûn ku çê dibe gotûbêj li ser hemûyan bê kirin. Yek ji wan ev bû ku çima PDKê posta serokl parlamentoyê ji YNKê re destnîşan kiriye, em jî ji wa re got, eger hûn naxwazin em dê fikrê lê bikin û bi posteke din we qerebû bikin, Wan jî got dibe ku Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê hebe, herwiha li ser wezaretan jî têbîniyên wan hebûn.”

 

Derbarê serdana xwe ya bo Bexdayê de, ya ji bo beşdarîkirina di civîna rawêjkariya niştimanî de, ku li ser vexwandina Serokomarê Iraqê Berhem Salih pêk hat, Endamê Polîtboruya PDKê ragihand: “Weke nûnerê PDKê beşdarî di vê civînê de kiriye.”

 

Di derbarê peyama PDKê bo Berhem Salih de jî, Zêbarî got: “Peyama min ev bû, ku cenabê serokomar divê kêşeya xwe ya derbarê pêşwazînekirina li wî li Herêma Kurdistanê de tevlî pêkanîna Jikûmeta Herlêma Kurdistanê neke, çimku dem dê kêşeya cenabê te çareser dike. Her dema ku em jî hikûmet pêk anî, em dikarin serokatiyên Iraqê vexwînin vê merasîmê û cenabê te jî yek ji amadebûyên civînê dibe.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.375 seconds