Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

TUIK: Pîşesaziya Tirkiyê ji % 7.3 kêm bûye

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUIKê) daneyên pîşesaziya wî welatî yên meha çileya bihorî, belav kir.
Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUIKê) daneyên pîşesaziya wî welatî yên meha çileya bihorî, belav kir.

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUIKê), îndeksa hilberîna pîşesazî ya meha çileya îsal ragihand. TUIKê di raporta xwe de diyar kiriye ku li gor çileya sala par, di çileya îsal de rêjeya pêşesaziya Tirkiyê ji % 7.3 daketiye.

 

TUIKê diyar kiriye ku li gor vê rêjeyê, di meha çileya îsal de, îndeksa pîşesaziya bêparzûn li gor sala par di heman demê de, ji % 7.3 kêm bêye. Di vê pêvajoyê de îndeks 101.2 tê dîtin. Lê belê di çileya par de ev rêje 109.2 bû.

 

TUIKê di raporta xwe de herwiha diyar kiriye ku bêyî berçavgirtina bandora werzî û demî, dema binesaziya (jêrxana) sektorî ya pîşesaziyê tê lêkolînkirin; di vê mehê de îndeksa kevir û madenkariyê, li gor meha Kanunê ji % 1.7, di sektora hilberîna pîşesaziyê de ji % 1.1, di sektora elektrîk, gaz, berhemên hilmî û klîmayan û sektorên beşên din de ji % 0.1 zêde bûye.

 

Li gor raportê, îndeksa madenkarî û kevirkariyê, li gor çileya sala çûyî, di çileya îsal de ji %7 zêde bûye. Îndeksa sektora pîşesaziya hilberînî ji %7.5, sektora elektrîk, gaz, berhemên hilmî û klîmayan, û sektorên beşên din jî ji % 1.7 kêm bûye.

 

TUIKê herwiha eşkere kiriye ku bêyî berçavgirtina bandora werzî û demî, dema beşên pîşesaziya navendî tê çavdêrîkirin, li gor meha berê, di meha çileyê de hilberîna herî zêde bi qasî % 2.2 di sektora berhemên navberî de bûye. Kêmbûna herî pir jî bi % 0,5 di sektora teknolojiya pêşketî de pêk hatiye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.328 seconds