Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Sedat Onal pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê gotûbêj kirin

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal û şandeya pê re ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên bi Tirkiyê re, di hemû waran de û bi taybetî jî di warên aborî û bazirganî de amade ye.

 

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Sedat Onal û şandeya pê re kir. Di hevdîtinê de peyvendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser pêşxistin û geşedana  wan pêwendiyan di hemû waran de kirin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de spasiya serdana şandeya Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê kir û ji ber erkê wî yê nû ku weke cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê dest bi kar bûye, hêviya serkevtinê ji Onal re xwest.

 

Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê berdewam dixwaze li gel cîranên xwe û bi taybet jî li gel Tirkiye, xwediyê peywendiyên baş be. Serokwezîr Barzanî herwiha amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyan di hemû aliyan de û bi taybet jî di warên aborî û bazirganiyê de nîşan da.

 

Di beşeke din ê axavtina xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir ku vê dawiyê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hewl hatine dayîn, ji bo ku çend pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bêne çareserkirin.

 

Ji bo çareseriya pirsên din jî, Nêçîrvan Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirina diylogên ciddî nîşan da û tekezî li ser giringiya rola welatên dost di vê derbarê de kir.

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Sedat Onal jî kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û ji ber berbijêriya wî ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir.

 

Onal herwiha hêvî kir ku di demekî nêzîk de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bê.

 

Di beşeke din a hevdîtinê de, Onal amaje bi pêwendiyên kevnar û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kir û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyan di hemû waran de nîşan da.

 

Guftûgokirina rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û çend babetên girêdayî pêwendiyên dualî jî aliyeke din ê hevdîtinê bûn.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.375 seconds