Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Îranê boriya gaza xwezayî teqiya: 5 kes mirin

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Cihê teqîna xeta gaza xwezayî li Ehwaz a Îranê, wêne: IRNA
Cihê teqîna xeta gaza xwezayî li Ehwaz a Îranê, wêne: IRNA

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Ehwaz a Îranê, di xeta boriya gaza xwezayî de teqînek çê bû û li gor rayedarên Îranê, di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

 

Berpirsê Agirvemirandinê yê Ehwazê, Elî Turabpur ji Fars Newsê re ragihandiye: “Li ser rêya Ehwaz û Mahşehrê di xeta boriyên gaza xwezayî de teqîn çê bû û ji ber teqînê 5 kesan canê xwe ji dest dan.”


Hikûmeta Îranê hêj derbarê sedema çêbûna teqînê de, ti daxuyaniyek nedaye.

 

Elî Turabpur got, tîmên agirvemirandinê û herwiha tîmên hawarçûnê piştî ku ji bûyerê hatin agahdarkirin, xwe gihandin cihê teqînê û hewla kontolkirina agir û rakirina termê kesên qurbanî ji bo nexweşxaneyê dan.

 

Turabpur herwiha daye xuyakirin, di dema teqînê de çend otomobîl, otobus û  komyonek ji wê derê re derbas bûne ku ji ber teqînê agir li wan otomobîlan jî ketiye.

 

Herwiha Rêveberê Giştî yê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Condî Şapor a Ehwazê, Ferhad Hemzelûyî ji IRNAyê re ragihandiye, di bûyerê de 5 kes jî birîndar bûne.


Ferhad Hemzelûyî gotiye, birîna 4 kesan sivik bûye û piştî veguhastina wan bo nexweşxaneyê û dermankirina wan, bo malê hatine şandin.

 

Bi gotina Hemzelûyî, birîna yek ji birîndaran dijwar e û rewşa tendirustiya wî nebaşe û li Nexweşxaneya Taliqanî ya Ehwazê di bin çavdêriya pizîşkan de ye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
641 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.157 seconds