Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Piştî 31 salan bi Helebce û malbata xwe şad bû

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Dema kîmyabarana Helebceyê de, malbateke Îranî ew wergirtiye û xwedî lê derketiye

Helebce (Rûdaw) – Piştî vegera bo Helebceyê, yekem cihê ku Xelîl serdana wê kir, gora bavê wî bû. Girîna Xelîl li ser gora bavê xwe, bi şadiya vegera cem dayîka xwe Melîhe Mihemed têkel bûbû.

 

Xelîl li gel malbata ku li Îranê ji neh mehiya wî ve xwedî lê derketiye, li Helebceyê bi şadî hat pêşwazîkirin.

 

Dayîka Xelîl, Melîhe Mihemed dibêje: “Ew qas kêfxweş im ku dibêjim qey ez xewn dibînim. Dema min li Tehranê Xelîl dît û min ew hembêz kir, min wisa hîs dikir ku ez ji nû ve jidayîk bûme, ew qas kêfa min hat ku ez nizanibûm ez çi bikim.”

 

Piştî kîmyabarana Helebceyê di 16ê Adara 1988an de, li bajarê Kirmaşanê malbateke Îranî Xelîl werdigre û lê xwedî derdikeve. Wê malbatê navê wî datînin Mihemed û li cem yekane zarokê wan mezin dibe.

 

Dayîka Îranî ya Xelîl, Mehsûre Mehdîpûr dibêje: “Elî ji Mihemed sê sal mezintir e, bi hev re mezin bûn, bi hev re dîlistin û li ser sifreyekê mezin bûn. Min dema dayîka Mihemed dît, Xweda dizane him digriyam û him jî min çepik lêdixist. Ez gelek kêfxweş bûm ku şeveke wisa qewimî û ez dayîka Mihemed dibînim. Ez gelek kêfxweş im.”

 

Dema Xelîl dixwaze bizewice, bavê Îranî yê Xelîl ji malbata hevjîna xwe re dibêje ku Mihemed yek ji zarokên windabûyî yên Helebceyê ye, piştî ku Xelîl vedigere Helebceyê û li gor belgeyên ku di destê wî de ne, ji malbata Melîhe Mihemed guman dikin ku zarokê wan be, lewma diçin Îranê û pişkinîna DNA dikin û derdikeve ku Xelîl kurê wan e.

 

Xelîl Salih dibêje: “Ez gelek kêfxweş im, peyv nikarin îro hestên min bidin nîşandan, biryarên ku berpirsan didin û hukma ku dadgeh derdixe ku ez dixwazim çi bikim, niha ez bawer im gelek zû ye ku ez biryareke bilez bidim.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Helebce, Winda, Îran
1081 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds