Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê pêwîstî bi alîkariya navdewletî heye

Ji aliyê RÛDAW 14-4-2019
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Encûmena Cîbicîkar a Desteya Xêrxwaziya Îslamî ya Navdewletî, Ebdullah Elmeitûq kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Encûmena Cîbicîkar a Desteya Xêrxwaziya Îslamî ya Navdewletî, Ebdullah Elmeitûq kir.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Hrerêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêwîstiyên aware û penaberan pêwîstî bi alîkariya civaka navdewletî heye.

 

Îro Yekşemî 14ê Nîsanê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Cîbicîkar a Desteya Xêrxwaziya Îslamî ya Navdewletî, Ebdullah Elmeitûq kir.

 

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê nirxandin û tevî amajedan bi pêwîstiyên wan, tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e dezgeh û saziyên xêrxwazî û civaka navdwletî bêtir alîkariya aware û penaberên li Herêma Kurdistanê bikin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de spasiya Desteya Xêrxwaziya Îslamî ya Navdewletî û hikûmeta Kuweytê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkariya civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê jî heye ji bo ku alîkariya awar û penaberan bike, bi taybet jî di warê perwrde û xwandin, tendirustî û çareseriya derûnî de.

 

Serokê Encûmena Cîbicîkar a Desteya Xêrxwaziya Îslamî ya Navdewletî, Ebdullah Elmeitûq jî di civînê de ragihand, Desteya Xêrxwaziya Îslamî ya Navdewletî û hikûmeta Kuweytê hevkariyan pêşkêşî aware û penaberan dikin û di navendên navdewletî de jî dengê Herêma Kurdistanê digihînin civaka navdewletî û amaje bi pêwîsiyên Kurdistanê yên di wî warî de jî dikin.

 

Li gor daxuyaniya hikûmetê, herdu aliyan di derbarê rewşa mirovî ya li Mûsilê û kêşe û astengiyên li pêşiya karên xêrxwazî li navçyê de jî gotûbêj kirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.156 seconds