FLAŞ - Tevgera Goran derbarê çalakkirina parlamentoyê de biryara xwe da!

14-06-2017
RÛDAW
Nîşan Tevgera Goran PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî bi daxuyaniyekê helwesta partiya xwe ya derbarê projeya PDK û YNKê ya li ser çalakkirina parlamentoyê eşkere kir û ragihand, ku ew mercên ji bo guhertina Desteya Serokatiya Parlamentoyê qebûl nakin. 

 

Grûba Şêwirê ya Tevgera Goran îro 14-06-2017, li Silêmaniyê ji bo gotûbêjkirina projeya PDK û YNKê ya li ser çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê de civiya.

 

Piştî civînê Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî ragihand: “Me weke Tevgera Goran piştî 12ê Nijdara 2015ê tekez kiriye, ku ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê, çareserkirina krîza darayî û naşkirina rewşa jiyan û debara gel, pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê bi desteya niha ya serokatiya parlamentoyê bicive. Weke organa herî bilind a Kurdistanê, erkê parlamentoyê ye, ku liser hemû mijarên bi jiyan û paşeroja gel ve eleqeder in, gotûbêj bike.”

 

Hacî eşkere kir, ku hemû şêweyên din asayîkirina rewşê û şertên çalakkirina parlamentoyê ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û got: “Ji ber ku seddema sereke ya felcbûna Parlamentoya Kurdistanê ne desteya serokatiya parlamentoyê ye, lê bidawîbûna heyama serokatiya herêmê ye, ku parlamentoyê hewldaye yasaya serokatiya herêmê sererast bike.”

 

Hacî diyar kir, ku bêyî guhertina sîstema hikûmranî û çaksaziyê û herwiha çavdêriya liser karên hikûmetê gavên werin avêtin nabin çareserî, berovajî pêvajoya siyasî berbi xitimandinê ve dibin, gel zêdeti bê hêvî dikin û ezmûn û paşroja Kurdistanê jî dixe metirsiyê.

 

Di civîna duh a polîtbûroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Hewlêrê de projeyek ji bo çalakkirina parlamentoyê hatibû pêşkeşkirin.

 

Li gorî vê projeyê PDK razî bibû, Desteya Serokatiya Parlamentoyê, di bin serokatiya Yûsif Mihemed de civîna yekemîn bike û di vê civînê de desteyeke nû were hilbijartin. Tevgera Goran weke berê kursiya Serokatiya Parlamentoyê werbigire, cihê Yûsif Mihemed kesekî din were destnîşankirin û wezîrên Goranê jî weke berê vegerin ser karê xwe.

 

Grûba Şêwirê ya Tevgera Goran rola rêveberiyê bidîne û berpirsên bilind ên vê partiyê endamên grûbê ne. Herwiha Grûba Şêwirê ji 20 endaman pêk tê û organa herî bilind a biryarên Goran e. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst