Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Şervanên HSDê 800 çekdarên DAIŞê dorpêç kirine

Ji aliyê Vîviyan Fetah 14-6-2018
HSD li ser pêşveçûnên xwe li derdora bajarokê Deşîşe berdewam e.

Heseke (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk derdora bajarokê Deşîşê li Dêrazorê girtine û xistine di bin dorpêçeke tund de. Fermandeyekî HSDê jî ji Rûdawê re eşkere dike, ku nêzîkî 800 çekdarên DAIŞê li vê deverê mane, ku piraniya wan ji derveyî Sûriyê ne.

 

Operasiyona hêzên Sûriya Demokratîk ji bo derxistina gundên li derdora navçeya Deşîşe li rojhilatê Şedadê ji destê çekdarên DAIŞê berdewam e. Herî dawî di encama şerekî dijwar de, tenê sê kîlometir di navbera şervanên HSDê û bajarokê Deşîşe de maye, ku bargeheke girîng a DAIŞê li başûrê rojhilatê parêzgeha Hesekê ye.

 

Fermandarê HSDê, Delîl Cûdî ji Rûdawê re got: “Ev dever bi temamî ji aliyî çekdarên DAIŞêê ve hatiye bombrêjkirin. Lewma em bi zirêpoşa hêzên Sûriya Demokratîk re diçin eniya pêş a şerê li dijî DAIŞê. Çandina bomban taktîka herî zêde ye ku rêxistina DAIŞ li wê deverê bi kar tîne.”

 

Pêşveşûnaên Hêzên Sûriyê Demokratîk li herêma Dêrezorê berdewam e, û çekdarên DAIŞê xistine bin dorpêçeke tund.

 

Gîvara Tilelo, ku şervanekî HSDê ye, ji Rûdawê re behsa şer û pevçûnên li derdora bajarokê Deşîşe kir û got: “Li vir pevçûnan rû dan, û balafirên hevpeymaniyê destêwerdan têde kir, û bargehên DAIŞê armanc kirin, û ta niha em nikarin pêşkevin û termên wan bînin.”

 

Serokê Xala Serbazî ya HSDê li derdora Deşîşeyê, Xelîl Îd jî ji Rûdawê re da xuyakirin, ku çekdarên DAIŞê êdî nikarin şer bikin, lewma li herêmê tenê mayîn û bombeyan li ser cadeyan didanin.

 

Xelîl Îd wiha axivî: “Çekdarên DAIŞê ji ber ku nikarin pêşde biçin, ew mayin û hawinan bikar tînin, li van deveran hemûiyan DAIŞê heye, kes nikare serê xwe hilde, DAIŞ tenê mayinan diçîne û bi hawinan êrîşî me dike.”

 

Di wê operasiyona ku ji dû aliyan ve hatiye destpêkirin, 30 gund û zevî ji aliyê HSDê ve hatin kontrok kirin , niha jî hewla dorpêçkirina tevaya bajarokê dişîşa tê dan.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.64 seconds