Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Pêşmerge qebûl nake lîwaya nû ya Heşda Şeibî li Kerkûkê bimîne

Ji aliyê HÎWA HÛSAMEDDÎN 14-8-2017
Kerkûk

Kerkûk (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê li navçeya Daqûq a Kerkûkê, di bin ala Heşda Şeibî de lîwayeke nû ya bi navê “Ehrar Iraq” ava kir. Biryare ev lîwa di dawiya vê hefteyê de were biçekkirin lê rêveberiya Kerkûkê qebûl nake ev hêz li nav sînorên Kerkûkê bimîne.

 

Pêşmerge bi guman temaşeyî avakirina vê hêzê dike û qebûl nake ti pêwendiyekî li gel vê hêzê saz bike, ku qaşo bi navê azadkirina navçeya Hewîceyê hatiye avakirin.

 

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Daqûqê Mihemed Mele Cîhad di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Em weke Pêşmergeyên Kurdistanê, ti pêwendiyekê li gel vê hêzê saz nakin. Ev hêzeke ne yasayî ye û ne birêxistinkirî ye. Ew ji bo Kerkûkê pir metirsîdar in û ne ji bo parastina Kerkûkê ne.”

 

Heşda Şeibî jî îdîa dike, ku ji bo parastina yekparçeyiya Iraqê û bi taybetî jî Kerkûkê, pêwîstî bi hêzekî wiha heye.

 

Nûnerê Merciê Şîeyan li Kerkûkê Seyîd Qember Mûsewî dibêje: “Em dixwazin ji bo parastina pêkhateyên Kerkûkê yekdest bin. Ew hêz ji me ye û ji pêkhateyên kurd, ereb, tirkmen hatiye pêkanîn. Ew jî weke me yekparçebûna welat dixwazin.”

 

Lîwaya nû ya Heşda Şeibî bêyî pesend û pirsa ji rêveberiya Kerkûkê hatiye avakirin. Lewma Civata Parêzgeha Kerkûkê gumanan ji avakirina vê hêzê dike û qebûl nake ev hêz li Kerkûkê werin biçekkirin.

 

Serokê Komîsyona Ewlekariyê li Civata Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî di vê mijarê de got: “Di rastiyê de navê vê lîwayê bi xwe armanca wê eşkere dike. Gumanan çêdike. Lewma parêzgarê Kerkûkê qebûl nake hêzeke wiha di nava sînorên Kerkûkê de bimîne. Pêşmergeyên me hene û pêwîstiya me bi wan nîne.”

 

Piştî 2 salên derbasbûyî, hikûmeta Iraqê di bin navê kontrolkirina navçeya Hewîceyê 2 lîwa û 4 fewc, di bin ala Heşda Şeibî de ava kirine û ev hêz jî li sînorê navçeyên Taze û Dqûqê bicîh kirine.

 

 

1660 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.438 seconds