Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Şanda Kurdistanê bo gotûbêjkirina referandumê çû Bexdayê

Ji aliyê RÛDAW 14-8-2017
Îro şanda Kurdistanê ber bi Bexdayê ve kete rê.
Îro şanda Kurdistanê ber bi Bexdayê ve kete rê.

Hewlêr (Rûdaw) – Şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê bo encamdana danûstandinên derbarê referanduma serxwebûnê de ber bi Bexdayê ve birêketin.

 

Êvariya îro duşembî saet 16:00, şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê bi mebesta destpêkirina gotûbêj û danûstandinên derbarê referanduma serxwebûnê li gel rayedayên hikûmeta Iraqê de, dest bi geşta xwe ya ber bi Bexdayê ve kirin.

 

Di Şanda Kurdistanê de, ku ji aliyê Encumena Bilind a Referandumê ve hatiye pêkanîn, her yek ji Roj Nûrî Şawêys nûnerê PDK, Seidî Ehmed Pîre weke nûnerê YNKê, Fuad Hisên nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, Mihemed Ehmed nûnerê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Viyan Dexîl weke nûnera Kurdên Êzidî, Romiyo Hekarî weke nûnerê Mesîhiyan û Macir Bazirgan bi nûneratiya Tirkmenan cih digirin.

 


Di civîna roja şembiya çûyî 12ê Tebaxa 2017ê ya Encumena Bilind a Referandumê de, ku bi serokatiya Barzanî hatibû pêkanîn, serdana şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê bi armanca danûstandina derbarê mijarên siyasî û paşeroja pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rayedarên Iraqê re, hatibûn gotûbêjkirin. Herwiha di heman civînê de, xetên giştî yên gotûbêjan û naveroka danûstandinên şanda Kurdistanî li gel aliyê Iraqî jî hatibûn diyarkirin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di bername û acendaya Kurd a bo danûstandina li gel Bexdayê de, 55 madeyên destûra Iraqê hene, ku ji aliyê Bexdayê ve hatine binpêkirin, ku madeya 140, qutkirina bûdceya Herêma Kurdistanê, qutkirin û nedana bûdceya pêşmerge, yasaya petrol û gaze, rêjeya Kurd di artêşa Iraqê de û nehêlana prensîpa rêkevtinê di pesendkirin û derxistina yasayên parlamentoya Iraqê de ji wan xalan in.

 

Parlamenterê Dewleta Yasa, Resûl Razî Ebû Hesene, ku nêzîkî Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî ye, derbarê serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de ragihand, ku Malikî pêşwazî li wê şandê dike û hevdîtina li gel wê şandê red nake, eger ku pêşwext ew ji serdanê were agahdar kirin.

 

Ebû Hesene da xuyakirin, ku ew di wê baweriyê de ye, ku daxwazên Kurdan li Bexdayê nayên pesendkirin.

 

Ebû Hesene got: “Nêrîna me derbarê referandumê û cudabûnê de zelal e û bi derketina ji destûrê dizanin.”

 

1692 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.297 seconds