Galeriya wêneyan

14-08-2017
18 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Îro duşembî 14ê Tebaxê, Sêyemîn Dîdara Zanîngeha Selahedînê derbarê referandum û çarenivîsa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêveçû.

 

Endamê Polîtboruya PDK, Huşyar Zêbarî, Endamê Polîtboruya YNKê Seidî Ehmed Pîre, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê û çendîn rayedar û parlamenter, tevî hejmarek mamostayên zanîngehê di vê çalakiyê de amade bûn.

 

Huşyar Zûbarî di axavtinekê de ragihand: “Nehezên proseya referandumê li welatên derve û çend hêzên navxwe jî tirsandina xelkê kirine karteke siyasî û xelkê ditirsînin, da ku piştevaniyê li referandumê nekin.”