Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

MSD amadekariyên sala nû ya xwendinê dike

Ji aliyê RÛDAW 14-8-2018
Endama Komîteya Rêveberiya Dibistanan li Kantona Cizîrê Şehnaz Siwar

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîsgeha Perwerde û Xwendinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîneke berfireh li dar xist û amadekariyên sala nû ya xwendinê ya 2018-2019 gotûbêj kir.

 

Di civînê de, komîteyên perwerdeyê ji Minbic, Reqa, Dêre Zor û Tebqayê beşdar bûn.

 

Derbarê dema sala nû ya xwendinê de, navenda ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê di pêgeha xwe ya fermî de ragihandiye ku sala nû ya xwendinê wê di destpêka Îlona bê be.

 

Derbarê amadekariyên MSDê û Rêveberiya Xweser de ji bo sala nû ya xwendinê, Endama Komîteya Rêveberiya Dibistanan li Kantona Cizîrê Şehnaz Siwar ji Rûdawê re ragihand, amadekarî ji bo 4 qonaxan hatiye kirin û mamoste jî têne perwerdekirin.

 

Şehnaz Siwar amaje bi wê yekê kir ku bernameya wan a perwerdeyê beriya sê salan dest pê kiriye û li gor wê bernameyê pêkhateyên ku li Rêveberiya Xweser perwerde dibînin û hemû pêkhate bi zimanê xwe yê zikmakî dixwînin û got: “Kurd bi zimanê xwe yê Kurdî, Ereb bi zimanê xwe yê Erebî û Suryan jî bi zimanê Suryanî perwerde dibin, li gor vê çarçoveyê perwerde tê hazirkirin.”

 

Li ser pirsa "gelo zimanê Kurdî dê li deverên bakurê Sûriyê jî were xwendin?" Şehnaz Siwar diyar kir ku her pêkhateyek dikare bi zimanê xwe perwerde bibîne û got: “Em zimanek li ser pêkahteyeke din ferz nakin. Mafê her pêkhateyek e ku bi zimanê dayîka xwe biaxive. Ji ber vê yekê jî her devera ku Kurd têde hazir bin û em bikarin cih û derfetê û perwerdeya ziman bidin, emê bidin.”

 

Derbarê bernameya perwerdeyê de ku gelo li gor wê bernameyê ye ku hikûmeta Sûriyê li dibistanên xwe daniye, Şehnaz Siwar destnîşan kir ku zanistên weke bîrkarî û zanyarî weke hemû cîhanê yek e, lê zanistên weke dîrok û ziman li gor dîrok û civaka Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ye û ji perwerdeya hikûmeta Sûriyê cuda ye.

 

Şehnaz Siwar amaje bi wê yekê kir ku li Rojavayê Kurdistanê li hinek dibistanan sê pêkhate Kurd, Ereb û Suryan perwerde dibînin, dema xwendekarek heta refê 4an bi zimanê xwe perwerde dibîne, piştre zimanê pêkhateya cîran fêr dibe, herwiha Ereb jî li gor zimanê xwe perwerdeya xwe dibînin, ji refê 4an şûnde zimanê pêkhateya cîran fêr dibin.

 

Li ser pirsa "gelo bernameya xwendinê ya Rêveberiya Xweser di asta havdewletî de tê qebûlkirin?" Siwar diyar kir ku perwerde li ser pêwîstiyê derketiye holê û eger pêwîstiya civaka xwe pêk neyne, bila derdor jî qebûl neke, derdor jî li gor ast û zanista wê civakê qebûl dike, heta ku em pêdiviyên civaka xwe bi cih neynin, civakeke xêrxwaz nebin û ji aliyê aborî ve binketî bimînin, ti kes dê qebûl neke.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.36 seconds