Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Rihayê konferansa piştgiriya referanduma serxwebûnê birêve çû

Ji aliyê RÛDAW 14-9-2017
Riha
Riha

Navenda Nûçeyan - Însiyatîfa Piştgiriya Referanduma Serxwebûnê roja çarşema 13ê îlona 2017an li Hola Konferansê ya Baroyê konferansek lidar xist.


Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê Partiya Sosylîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Azad (OSP) Sinan Çiftyurek, Parlamenterê berê Mahmut Kilinç, Hiqûqnas Şeymus Ulek weke axaftvan beşdarî konferansê bûn.


Sîyasetmedar Eyyup Karakeçili weke Modarator konferans birêvebir. Eyyup Karakeçili, spasîya beşdaran û rola refarndûmê û serxwebûnê anî ziman. Karakeçili bal kişand ewên ku li dijî referandûmê derdikevin û got ‘’Îro wazîfe û berpirsiyrîya hemû Kurd û Kurdistanîyan ewe ku, bêyî qeyd û şerd piştgirîya referandûmê û ya ‘Erê’ya serxwebûnê bikin.’’


Axaftina yekemîn Sînan Çiftyürek kir. Sînan Çiftyurek, bi berfirehî behsa xebatên Însiyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê kir. Sînan Çiftyurek, herweha di derbarê girîngiya referandûmê û ya serxwebunê bîr rayên xwe anî zimanî û got hemû dewlet xwediyê siyaseteke fermî  û fiîlî ne û Tiştên te gotin û têne tetbîk kirin gelek caran ne wek hev in.


Piştî Sînan Çiftyurek , Sertaç Bucak axift. Sertaç Bûcak, di derbarê dîrok û têkoşîna Başûrê Kurdistanê ya ji destpêka  1900î heta îro agahdarî da. Herweha Sertaç Bûcak di vê pêvajoya behs kirî de ew zilm û neheqîyên li gelê Kurdistanê hatine kirin û tunehesibandina destûrên Iraqê yên heta îro ji alîyê Bexdayê  anî zimanî. Sertaç Bucak got serxwebûn ji Tirkiyê re ne xeterî ye, bileqis ji bo çareseriya demokratîk û siyasî, şansek e.


Axaftvanê sêyemîn parlamenterê berê Mahmut Kilinç bû. Mahmut Kilinç, di axaftina xwe de, behsa siyaset û helwesta Tirkiyê, Îranê, Iraqe û dewletên mezin yên li Rojhilata Navîn kir. Mahmut Kılınç, bal kişand ser wê yekê ku îro  kurd di pêvajoyeke nû de derbas dibin û dê ji nû ve nexşe bêne danîn. Mahmut Kilinç, serxwebûna Kurdistanê weke temînateke mezin ya ji bo  ewlehiya Rojhilatê navîn wesif kir.


Mesut Tek jî behsa  ew alî û  dewletên li dijî referandûmê derdikevin kir û bi berfirehî bersîva sebebên van aliyan da. Mesut Tek got ‘’Hinek alî dibêjin ne wexta referandûmê ye, hinek dibêjin dê serxwebûn yekrêziya umeta îslamî têk bide, hinek alî dibêjin dema dewletê netewî derbas bûye, hine jî dibêjin referandûm ne li gorî Qanuna Bingehîn e. Lê nuha aşkere dibe ku ev îdia gişt pûç in û tiştê ku ji her milet û gelê cîhanê re rewa be, ji bo gelê Kurdistanê jî meşrû ye’’.


Piştî Mesut Tek, hiqûqnas Şeyhmus Ulek, bi belge û çavkanî, behsa mafê çerenûsîyê di  hiqûq û  peymanên nevnetewî de, di prensîbên Wîlson, Netewên Yekbûyî de anî ziman. Şeyhmus Ulek bal kişand ser wê yekê ku, gelek caran di meseleya çarenivîsa miletan de dustandartî hebûne û herkesekî li gorî xwe ev şîrove kirine. Lê mafekî rewa yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye ku bi referandûmê raya xwe pêşkêş bike. Şeyhmus Ulek, bi berfirehî agahdarî da ku, Bexdayê Qanûna Bingehîn ya Federalî ya Iraqê tune hesibandiye, binpê kiriye, ji ber wê jî mafê gelê Kurdistanê ye ku ji xwe re biryara pêşeroja xwe bike.


Axaftina dawiyê Mustafa Ozçelik kir. Mustafa Ozçelik diyar kir ku  ji roja 7ê hezîranê  ku biryara referandûmê hetiye wergirtin ve 3 alî derketine holê: “Erê, Na û yên dibêjin ne wexta referandûmê ye. Gelek plan û zext hebûn ku referandûm pêk neyê. Lê nuhajî ewên ku di paşde xistina referandûmê  de biser neketin dîtin ku êdî  ji referandûmê veger tune ye; nuha ji bo  ku beşdariya referandûmê û rêjeya ‘’Erê’’ kêm bibe dest bi hewlên nû kirin.”


Ozçelik got: “Başûrê Kurdistanê dikare ji gelek dewletên cîhanê zêdetir weke dewletekê xwe îdare bike. Piştî referandûmê jî heger Bexda xwe nede ber çareseriyeke bi diyalogan, Herêma Kurdistanê dîsa jî di demeke maqûl û ne dirêj de dê serxwebûnê îlan bike. Serxebûn ne blof e’’.


Ozçelik di dawya axaftina xwe de bangî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku bi rêjeyeke herî bilind beşdarî referandûmê bibin û bi rêjeyeke herî bilind bêjin “Erê”.


Piştî axaftinan beşa yekemîn ya Konferansê bi dawî hat.


Di beşa duyemîn de hinek beşdarên Konferansê bîr û rayên xwe di derbarê referandûmê de anîn ziman û gotin ji referandûmê re jî  ji serxwebûnê re jî ‘’Erê’’.Hinek pirs hatin kirin û axaftvanan bersîvên van pirsan dan.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Bernas | 2017-09-19 8:51:13 PM
Gelo oldarî tê wateya xizmekarî û koledarî ya neyaran? Hemû olderên gelên din bi navê ol xizmeta gelê xwe û welatê xwe dikin. Hemû welatperwer in....
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| 19-9-2017 | (2)
Bernas | 2017-09-19 8:25:13 PM
E..., nepoxa/balona Tirkíyé édí teqíya. Kesek nema ku bi wan re bibin şîrik bona dorpêçkirina Kurdistan, ku wan di van duh rojên dawî qaldikir....
REFERANDUM - Serokê Fransa: Em nabin rêgir li pêş proseyeke demokratîk
| Duh vî demî 09:15 | (1)
Kan hún jihîkmet û zîrekiya xwe nîşan bidin | 2017-09-19 7:42:40 PM
Ka hun ji zírekbuna xwe ní$andin.Pirsgrékén Iraqé cuye hatiye li ser milé Kurdan maye? Hún jí zanin mesele ci meseleye. Hún ji buy Irané $uré xwe...
Erebistana Siûdî: Bila Barzanî hîkmet û zîrekiya xwe nîşan bide
| Duh vî demî 01:09 | (1)
Gîwar | 2017-09-19 4:04:00 PM
Her bijî ji birêz Berhem Salih re! Gorran û Komala îslamî te ji xwe re bikin nimûne! Ev refarandûm ne pirsa partîyan e, pirsa nistîmanê ye! 
Berhem Salih: Ez bi serxwebûna Kurdistanê re me
| Duh vî demî 06:32 | (1)
0.156 seconds