Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Neviyê Şêx Seîd: Ev referandum gavek e ji bo meşrûtiyeta Kurdistanê

Ji aliyê Kemal Avcı 14-9-2017
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) - Nevîyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat ji bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê bang tevahiya Kurdan kir ku piştgiriyê bidin giştpirsiyê.

 

Kasim Firat di vê derbarê de daxuyaniyek da Rudawê û got armanca Şêx Seîd, Seyît Riza û Mele Mistefa Barzanî xwegihandina vê roja pîroz e û divê kurd bibin yek û dengê erê bidin.

 

Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat wiha got: “Eger heyat, micadele, talea însanan yek firsetek da merivan meriv vî firsetî ihmal bike yan bi cî neyîn eviya heram e, gunehekî mezin e. Divê ku em di vê sedsalê de micadele daye bo kurd û Kurdistan û mehsûlên vî sedsalî van şehîdên ku, micahîdên ku pêşmergeyên ku, gerîlayên ku şehîd bûne û koçber bûne, malwêran bûne û ev emeka hanê hatiye holê divê kurd û kurdistanî viyan baş bifikirin û erêgotin gavek e. Ev referandûm gavek e ji bo meşrûiyeta kurdistanê. Divê ku em viya bifikirin û bicî bînin.”

 

Kasim Firat diyar kir ku  yekitiyeke netewî çêbiba û pişt re ev tişta biba dê baştir bûya wiha axivî:

 

“Lê belê mesele hatiye vê astê. Divê ku em vê gava hanê biavêjin, erê bibêjin û meşrûiyetekê ji bo kurd û kurdistanê bi dest xwe bixînin. Eviya wecibeyek e. Her kesê ku ji bo viya îtiraz bike li gor min şaş e. Li gor min xeta ye, guneh . Dîrok vê yekê qebûl nake. Yanî ser her kurdistanî, ser her kurdî wacib e ku di vê referandûmê de bibêje erê. Lê daxwaza me ew e ku erêgotina hanê, referandûma hanê bi serbikeve ye û yekitiyeke netewî saz bikin û dinyayê pê bihisînin. Bibêjin em kurd jî yek in. Em hene. Em li gorî dinyayê hereket dikin. Eviya wecibeya me ye. Misyona şêx seîd jî ez wek malbatî dibêjim. Mîsyona Şêx Seîd jî Seyîd Riza jî, Mihabad jî, birêz Mele Mistefayê Barzanî jî û temamê şoreşgerên Kurdistanê ji bo vê roja hanê micadele kirine. Ew rojekî giring e. Divê ku em bifikirin.”

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.391 seconds