Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ziwan-Kom: Yên ku li dijî dewletbûnê derdikevin dê miletê me wan rûreş bike

Ji aliyê SERKAN İNCE 14-9-2017
Rûdaw

Amed (Rûdaw) - Komeleya Ziwan, Huner û Çandê (Ziwan-Kom) ji sala 2009-2010an ve li ser parastin, fêrkirin û pêşxistina Kurdiya Zazakî kar dike pişgiriya xwe ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê anî zimên.

 

Damezrînerê yekemê û Endamê Desteya Rêveber a Ziwan-Komê Roşan Lezgîn ji Rûdawê re axivî.

 

Lezgîn destnîşan kir ku ew bi her awayî alîkar û pişgirên dewletbûna Başûrê Kurdistanê ne.

 

Rewşenbîr, nivîskar û zimannasê Kurd Roşan Lezgîn di vî warî de got ku diviyabû Kurd ji mêj ve bibana dewlet û wiha pê de çû:

 

“Îro li beşeke welatê me gaveke hêja, xurt û bihêz ji bo dewletbûnê tê avêtin. Giştpirsiya serxwebûna Kurdistan û dewletbûna Kurdan mafeke meşrû û rewa ye. Hiqûqa navnetewî jî rêz li vî mafî digire. Xelkê me yê Başûr biryar daye ku Giştpirsiya Serxwebûnê li dar bixin. Ji bo tenê beşeke welatê me be jî em ji vê gava pîr pir kelecan û heyecan digirin. Em bi can û dil em ne tenê piştgirî didin dewletbûnê, em dixwazin bibin alîkar. Em dixwazin bi awayekî çalak ji bo vê gava pîroz û muqedes bixebitin. Em hêvî dikin gelê me roja 25ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê bi rêjeya ji sedan sedê dengan ji bo serxwebûnê bibêjin ´belê´. Dilê me jî bi wan re ye. Em jî dibêjin ´belê´. Xwedê înşala miletê me wê rojê nede şermê. Xwedê hez bike em ê bi ser bikevin.”

 

Rewşenbîrê Kurd Roşan Lezgîn rexne li Kurdên ku li dijî dewletbûna Başûrê Kurdistanê derdikeve girt û kesên ku li dijî serxwebûnê wekî ´nezan´ bi nav kir. Lezgîn, wiha axivî:

 

“Hinek Kurdên me hene ku ez nizanim çi ji wan re bibêjim ku li dijî serxwebûna Kurdan derdikevin, li dijî dewletbûna Kurdan derdikevin, li dijî giştpirsiyê derdikevin. Ez ji wan re bibêjim ´nezan´. Miletê me, dîroka me dê ti caran wan kesan efû neke. Ev rûreşiye pir mezin e ku Kurdek rabe bibêje ku ´bila Kurd nebin dewlet´. Dê miletê me, dîroka me vê rûreşiyê qebûl neke. Miletê dagirker ên wekî Tirk û Ereb û Fars an jî xêrnexwazên Kurdan li dijî dewletbûnê derbikeve heta dereceyek mirov dîsa têdigihêje. Teyî ev jî neheqî be jî lê mirov fêm dike. Lê belê Kurd an jî tevgerên Kurdan rabe li dijî dewletbûnê derbikeve, hingê dê miletê me ti caran wan efû neke.”

1209 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Caifer | 2018-01-20 8:26:09 AM
Dengê te hîç kêm nebe
Gozê | 2018-01-20 8:26:25 AM
Silav ji te re
BI KILAMEKÊ AŞIQÎ ZIMANÊ KURDÎ BÛ – Keça ji Brezîlî: Kurdî ez helandim
| 20-1-2018 | (4)
DE | 2018-01-01 5:45:57 PM
HER BIJE TRUMP: RASTIYAN DIBE NE MINA RUSAN:
salen | 2018-01-05 2:32:53 PM
Her biji birez serok Trump . Kurdno Amerika u Israil hevalen me kurdan in , ereb tirk u faris dijminin.
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
| 1-1-2018 | (2)
Salen | 2018-01-05 2:29:24 PM
Erdoxan şewitî , Erdoxan perpiti. HILERÊ TIRRRKAN
Erdogan: Têgihiştina Amerîkayê ev be, cîhan şewitî ye
| 5-1-2018 | (1)
umut can | 2018-01-05 11:40:05 AM
Vegerin rojava û li gel ypj cîh bigirin...
400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man
| 5-1-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.625 seconds