Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Bîenala Stenbolê dest pê dike

Ji aliyê Rawîn Stêrk 14-9-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Yek ji çalakiyên hunerî ku li cîhanê xwedî asteke bilind e li Stenbolê destpê dike. Bîenala Stenbolê ku di nava 5 çalakiyên hêjayî seferê ên cîhanî de tê nîşandan, careke din bi hunermend û hunerên balkêş deriyên xwe vedike. Çaverê ye ku zêdeyî 5 hezar kes serdana bîenalê bike.


Bîenala Stenbolê ya ji aliyê IKSVyê ve tê sazkirin îsal 15. car û 30mîn salvegera xwe destpê dike. Bîenala ku kuratoriya wê ji aliyê Elmgreen û Draset ve tê kirin îsal bi sernavê ‘Cîranek Baş’ birêve diçe. Ji 32 welatan 56 hunermend bi saya 150 berhemên xwe çîrokên cihê vedibêjin ku her yek ji wan ji erdnîgarî û di demeke cihê de derbas bûne.


Hunermend Latîfe Echakhch ji Rûdawê re wiha got: “Ew tunêl cihek e li cîhanê. Ne diyar e ku berev bi kêderê ve jî diçe. Ne girîng e bê ka ew kêder cîhanê ye. Asya, Efrîka ferq nake. Ew pirsa wê yekê ye bê ka emê karibin hêvî û dahatûyeke kêrhatî ji bo xwe ava bikin yan na.”


Di vê berhemê de veguhezandina bajaran, çand û kulturên ku tevlî hev dibin û robara jiyan û cîhanê bi awayek sîmgeyî tê nirxandin.


Hunermend Yonamîne jî got: “Tişta ku divê mirov fambikin ew e ku hemû însan baş in. Ne tenê Amerîkî an jî Efrîkî û ên devereke din. Tişta girîng ew e ku merov xwedî aliyekî taybet be û wê jî veguhezîne xêr û tiştekî baş ji bo mirovahiyê.”


Bîenala îsal tevgerên penaberan ên ku piştî kaosa heyî destpêkirine weke mijar û referansa sereke di nava xwe de digoncivîne. Di bingeha hemû berhemên ku têne nîşandan de jî nezelalî, tabloya ku cîhan berev bi wê ve diçe, veguhezîna mirov û xwezayê weke peyam û pêşniyazên sereke hatine veşartin.


Kurator Elîf Kamişli jî wiha axivî: “Ew berhema ku hun li vir dibînin rûxanidina qonaxeke dîrokî ye li Lûbnanê. Ew di şevekê de tê rûxandin û li cihê wê balexaneyek tê înşakirin.Ew berhem hafiza ya wê qonaxê ye. Ew stûnên cihê jî hinek yên qonaxa kevn û hinek jî yên balexaneya nû ne. Hunermend bala me dikêşe ser bîr û mêjûya ku em di navê re derbas dibin.”


Di vê berhemê darên ku di dema zîpik barîna Stenbolê de şikestibûn hatine bikaranîn. Ew jî balê dikêşe ser qetliyama mirov ya li ser xwezayê.


Hunermend Alper Aydin diyar kir navê herhema wî D8M e, û wiha domand: “Ew merqeya dozêr û kepçeyan e ku xweza û daristanên Stenbolê pê têne qetilkirin. Berhem him balê dikêşe diyaloga mirov ya bi xwezayê re û him jî rexneyeke li hemberî muzexaneyan. Xebake nonî kapîtalîst e.”


Bîenala Stenbolê bêyî Stenbolê li Amed û Îzmirê jî bi beşên xwe bi rêve diçe. Di çarçoveya bîenalê de gelek dîdariyên hunerî jî dê bi rêve biçin. Ew bîenal di nava 5 çalakiyên bi bandor ên cîhanî de tê nîşandan. Ji gelek welatan zêdeyî 200 rojnameger akredîte bûne da ku bişopînin. Herwiha tê payîn ku heta 12ê Mijdarê zêdetirî 5 hezar kes serdena wê bikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin :
436 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Bernas | 2017-09-19 8:51:13 PM
Gelo oldarî tê wateya xizmekarî û koledarî ya neyaran? Hemû olderên gelên din bi navê ol xizmeta gelê xwe û welatê xwe dikin. Hemû welatperwer in....
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| Duh vî demî 12:32 | (2)
Bernas | 2017-09-19 8:25:13 PM
E..., nepoxa/balona Tirkíyé édí teqíya. Kesek nema ku bi wan re bibin şîrik bona dorpêçkirina Kurdistan, ku wan di van duh rojên dawî qaldikir....
REFERANDUM - Serokê Fransa: Em nabin rêgir li pêş proseyeke demokratîk
| 20 demjimêr berê | (1)
Kan hún jihîkmet û zîrekiya xwe nîşan bidin | 2017-09-19 7:42:40 PM
Ka hun ji zírekbuna xwe ní$andin.Pirsgrékén Iraqé cuye hatiye li ser milé Kurdan maye? Hún jí zanin mesele ci meseleye. Hún ji buy Irané $uré xwe...
Erebistana Siûdî: Bila Barzanî hîkmet û zîrekiya xwe nîşan bide
| Duh vî demî 01:09 | (1)
Gîwar | 2017-09-19 4:04:00 PM
Her bijî ji birêz Berhem Salih re! Gorran û Komala îslamî te ji xwe re bikin nimûne! Ev refarandûm ne pirsa partîyan e, pirsa nistîmanê ye! 
Berhem Salih: Ez bi serxwebûna Kurdistanê re me
| 23 demjimêr berê | (1)
0.172 seconds