Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

AMAR - Li Herêma Kurdistanê malbat biçûk dibin

Ji aliyê RÛDAW 14-9-2018
Li Herêma Kurdistanê berawirdê sala 2013ê îsal qebareya malbatê biçûktir e

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê berawirdê sala 2013ê îsal qebareya malbatê biçûktir e û malbat zarokan çênakin. Desteya Amar jî radigihîne, ku geşeya şêniya Herêma Kurdistanê kêm bûye.

 

Hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê 5 milyon û 755 hezar û 43 kes in û rêjaya giştî ya ji bo her malakê jî 5 kes in. Li gorî datayên Desteya Amar a Herêma Kurdistanê zêdetirî %20ê ciwanên di navbera 18 û 34 salî de kar peyda nakin. Li gorî heman amaran jî %87ê dahata mehane ya malbatên Kurdistanê ji milyonek dînar kêmtir e.

 

Wezîrê Plandanan a Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî ragihand: “Qemabreya malbatan li Kurdistanê di sala 2007ê de 6.2 bûye lê sala 2017ê daketiye 5.1ê.”

 

Dr. Elî Sindî dide zanîn sedema vê yekê jî ew e, ku civaka Kurd jî li gel civaka cîhanê pêngavan davêje û bi giştî li cîhanê malbat êdî zêde zarokan çênakin û Herêma Kurdistanê jî li ser vê rêbazê dimeşe.

 

Wezîrê Plandananê sedema kêmkirina zarokan bi bilindbûna asta hişyarî û bilindbûna rêjeya xwendinê ve girêdide û radigihîne, di sala 2007ê de rêjeya nexwendinê li Kurdistanê %27 bûye lê sala 2017ê daketiye %21ê. Ev yek jî dibe sedema wê yekê ku di salên dawîn de malbat kêmtir zarokan çêbikin.

 

Jin û zilamên ku di salên dawîn de zewicîne niha xwediyê yek an jî 2 zarokan in. Lê ew bi xwe ji malbateke 10 heta 12 kesî hatine.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Bernas | 2019-01-12 4:27:23 PM
Çi hêf, çi hef, ku hemshrîya min, ji malbata min bona xizmetkarê dewleta kûr, ku rojak tenê bo Kurd û Kurdistan sher nekirîye, pishta xwe her tim...
Rewşa Parlamentera HDPê Leyla Guven gehiştiye asteke krîtîk
| 12-1-2019 | (1)
Îsmail Giriki | 2019-01-12 7:26:51 AM
Insiyatif bu çiye? Ma nika zanin ku Ewan netewine? ji nuve bi xwe hesiyan ku insiyatif netewi avabikin bu netewebuna xwe?
Li Qamişlo Însiyatîfa Netewî ya Kurdî hat avakirin
| 11-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-11 3:58:37 PM
Mirov nizae çi bawer bike u çi ne...li gor Malperên Almanî yên Aktuel, vekêşana Hêzên Amerîkî despê kirîye... Çavkanî: https://www.tagessc...
Amerîkayê li ser vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê daxuyaniyek da
| 11-1-2019 | (1)
naw | 2019-01-10 7:51:09 PM
Editora rudaw/turkish şiroveya kurda piştrast nake, ma ew insan ne kurmance?
Amerîkayê ji ber berbijêrkirina bo Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
| 10-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.516 seconds