Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

HILBIJARTIN – Rêjeya dengên partiyan di 4 gerên Parlementoya Kurdistanê de

Ji aliyê RÛDAW 14-9-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên Herêma Kurdistanê xwe ji bo gera pêncan a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê amade kirine. Tevî ku di çar gerên derbasbûyî de beşdariya partiyan cuda bû, lê di wan her çar geran de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) partiya yekem bû.

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di gera yekem a hilbikartinan de di 19ê Adara 1992an de, 437 Hezar û 889 deng bi dest xistin ku dike rêjeya ji sedî 45.5 dengan.

 

Di rêza duyem jî de Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi rêjeya kêmtir ku 423 hezar û 833 deng bi dest xistn û bû partiya duyem a hilbiartinan, rêjeya dengên YNKê di gera yekem de ji sedî 36.6 bû, wan du partiyan ji sedî 89.1 dengên dengderên Herêma Kurdistanê bi destxistibûn, lîsteyên Îslamî jî ji sedî 5.5 dengan bi destxistin. Di yekem hilbijartinan de 973hezar 953 kes deng nedan.

 

Gera Yekem

 

Di sala 1992an de bû

PDK 437889 deng  bi rêjeya %45.5

YNK 423833 deng bi rêjeya  %43.6

PDK û YNK %89.1

Lîsteyên Îslamî: %5.5

Aliyên din: %5.8

 

Di gera duyem a hilbijartinan de  PDKê û YNKê ku lîsta Niştîmaniya Kurdistanê avakiribûn, hevber ligel gera yekem dengên wan 4 poyînt zêde bibûn, ku rêjeya ji sedî 89.55 dengan bi destxistibûn û bûbûn xwediyê 104 kursiyên parlamentoyê, piştî wan jî Komela Îslamî ya Kurdistanê bi bidestxistina ji sedî 4.8ê dengan, bû xwediyê 6 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê.

 

Di hilbijartinên gera duyem de milyonek û 753 hezar û 919 kesan dengê xwe dabûn.

 

Gera Duyem

 

Di sala 2005an de bû

Lîsteya Niştîmaniya Demokrat a Kurdistanê

1570663 deng bi rêjeya %89.55

Komela Îslamî  85237 deng bi rêjeya %4.86

Lîsteya Zehmekêşan 20585 deng bi rêjeya %1.17

 

PDK û YNK di herdu gerên yekem û duyem de piranî bûn. Di gera sêyem de jî bi heman awayî bû, lê beşeke dengên YNKê piştî cudabûna Newşîrwan Mistefa, bûne beşa Tevgera Goran.Di wan hilbijartinan de Goranê ji sedî 23 dengan bi dest xistin ku piraniya wan dengên YNKê bûn. 24 lîste beşdarî hilbijartinên gera sêyem bûbûn. 11 lîste rêjeya yasayî bi destibûn û ketibûn Parlamentoya Kurdistanê.

 

Encam bi vî awayî bûn; Lîsteya Kurdistanî milyonek û 76 hezar û 370 deng bi destxistibûn ku dike sedî 57.37 a dengan û Tevgera Goran bû lîsteya duyem ku bi rêjeya sedî 23 dengan bi destxistibû. Herwiha lîsteya Xizmetguzarî û Çaksazî karî bi destxistina 240 hezar û 842 dengan ku dike rêjeya ji sedî 12.84ê dengan. Di vê gerê de PDK û YNK û çend aliyên din hikûmet ava kir.

 

Gera Sêyem

 

Di sala 2009an de bû

Lîsteya Kurdistanî 1076370 deng bi rêjeya %57.37

Tevgera Goran 445024 deng bi rêjeya %23.7

Lîsteya Xizmetguzarî û Çaksazî  240852 deng  bi rêjeya %12.84

 

 

Di hilbijartinên dawî de ku di 21ê Îlona 2013an de birêve çûbûn, PDK û YNK bi lîsteyên cuda beşdar bûn û PDK bû yekemê hilbijartinan . Di van hilbijartinan de PDKê 743 hezar û 984 deng bi destxistibûn ku dike ji sedî 38ê dengan.Piştî wê jî Tevgera Goran ji sedî 24 dengan bi desxistibûn û bûbû duyemê hilbijartinan. YNK jî di pileya sêyem de hat ku ji sedî 18ê dengan bi dest xist. Herwiha Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 10 kursî û Komela Îslamî ya Kurdistanê jî 6 kursî bi dest xistibûn.

 

Gera Çarem

 

Di sala 2013an de bû

PDK 743984 deng 38 kursî

Goran 476736 deng 24 kursî

YNK 350500 deng 18 kursî

Yekgirtû 186751 deng 10 kursî

Komel 118574 deng 6 kursî

 

Hilbijartinên gera pêncem a Parlementoya Kurdistanê nêzîk e, tê payîn ku guherîn di dengên hin partiyan de bên kirin, bi taybetî li sînorê Silêmaniyê ku du partiyên nû li wê derê hatine damezrandin û hevrikiyê li ser bi destxistina dengên aliyên din dikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.484 seconds