Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Komîsyon:250 hezar navên zêde ji tomara dengderan hatin derxistin

Ji aliyê RÛDAW 14-9-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Biryarderê Encûmena Komîsyarên Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ragihand, 250 hezar navên zêde ji tomara dengderên Herêma Kurdistanê hatine derxistin û ew niha bi hemû awayî ji bo rêvebirina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê re amade ne. Îsmaîl Xurmalî herwiha got, tomara dengderan a Herêma Kurdistanê ji tomara Iraqê baştir û paqijtir e.

 

Biryarderê Komîsyona hilbijartinan, Îsmaîl Xurmalî di dema beşdarbûn di bernameyeke Rûdaw TV a taybet bi hilbijartinan de ragihand, ku komîsyonê amadekariyên xwe bo encamdana hilbijartinên parlamnetoya Kurdistanê bi dawî kirine û tekez kir, ku ew niha ji bo lidarxistina hilbijartinan amade ne.

 

Îsmaîl Xurmalî got, tomara dengderan a Herêma Kurdistanê bi başî hatiye amadekirin û navên zêde jê hatine derxistin. Xurmalî diyar kir, tomara dengderan niha ji bo roja hilbijartinan amade ye.

 

Wî rayedarê Komsîyona Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Tomara niha ya dengderên Herêma Kurdistanê gelek paqijtir û baştir e ji hemû wan tomarên ku 10 hilbijartin li Iraqê û Kurdistanê li gor wan hatine kirin. Eger ev tomara niha paqij nebe û cihê gumanê be, wê demê hemû ew hilbijartinên ku li ser asta Iraqê û li ser asta Herêma Kurdistanê hatine kirin, dikevne ber gumanan, çimku tomara Iraqê li ber destê me ye, ku me zêdetirî 250 hezar kes ji vê tomarê derxistine.”

 

Li ser amadekariyên komîsyonê jî, Îsmaîl Xurmalî diyar kir: “Hemû amadekariyên me bi dawî hatine, ti pirsgirêkeke teknîkî nîne û karûbar bi başî birêve diçin. Tekane girifta ku eger be, li aliyê welatiyan û berbijêran e, ku eger nekarin biçin dengdanê û nekarin kempînên xwe birêve bibin, yan hewla têkdana proseyê bidin. Ya ku dikeve aliyê me, em tekez dikin ku em amade ne û her tiştek ku ji destê were em dê bikin, her dema ku me nekarî em erkê li ser milê xwe pêk bînin, em dê bi awayekê rastgoyane ji hemû aliyan re rabigihînin, ku me çi giriftek heye.”

 

Biryar e di 30ê Îlona îsal de gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê birêve biçe. Ji roja 11ê Îlonê ve jî bi awayekê fermî bangeşeyên hilbijartinan hatine destpêkirin ku dê heta 28ê Îlonê berdewam bin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.438 seconds