Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Namzedên Kurdên Êzdî: Karê me yê sereke dê dosyeya Şingalê be

Ji aliyê PÊŞEWA BEHLEWÎ 14-9-2018
Duhok

Duhok (Rûdaw) – Herdu namzedên Kurdên Êzdî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Pîr Heval û Hediya Mûrad dibêjin eger ew biçin parlemantoyê dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Êzdî kar bikin.

 

Di vê gera hilbijartinên Perlemantoya Kurdistanê de 2 berbijêrên Kurdên Êzdî xwe ji lîsteyên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berbijêr kirine. Pîr Heval ji lîsteya YNK û Hediya Mirad Heyder Elo jî ji lîsteya PDKê berbijêr in.

 

Herçend di vê gera hilbijartinê de mafê xelkê Şingalê yê dengdanê nîne, lê komkujiya Şingalê û çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Êzdî, siloganên wan herdû berbijêran e.

 

Pîr Heval, ku hewl dide di parlamentoyê de bibe dengê Kurdê Êzdî ji Rûdawê re got: “Hêvîdar im em guhertinên mezin bikin. Êm ê hilgirê peyamên xelkê bin û bi piştevaniya dengderên xwe bigihînim kelha desthilatê. Li wir jî li ser daxwaza wan dê helwesta min hebe û bikarim dengê wan bigihînim.”

 

Li Komelgeha Şarya ya Duhokê hemwelatiyên 7 gundên Kurdê Êzdî dimînin. Berbijêra PDKê Hediye Mirad Heyder Elo başi dizane ku hejmara Êzdiyan ji ber koçberiya ber bi Ewropayê kêm dibe lê hêviya xwe ya ji bo bidestxistina kursiya parlemantoyê ji dest nedaye.

 

Di vê derbarê de Hedya Mirad ji Rûdawê re ragihand: “Eger postên siyasî di destê Kurdên Êzdî de hebe dê baweriya wan bihêztir be daku li ser axa xwe li Kurdistanê bimînin. Ez di wê baweriyê de me ku dê xelkê Duhokê jî dengên xwe bidin min çimku Behdînan kelha pevre jiyanê ye. Eger ez bigihim parlamentoyê dê yekemîn karê min li ser dosyeya Şingalê be.”

 

Civaka Kurdên Êzdî ji wê yekê bi gilî û gazinc in ku berê ti berbijêrek li gorî daxwazên wan nehatine destnîşankirin. Ji lewra niha hêviyên xwe bi herdu namzedên nû ve girêdidin.

 

Osê İbrahîm Xidir diyar kir: “Divê herin li parlamentoyê behsa daxwazên me bikin û bi wîcdan bin. Eger nebin jixwe dê ji b o xwe kar bikin.”

 

Herwiha Bedel Elî jî got: “Divê nûnerên me bi êş û janên me, bi gilî û gazincên me rabin. Pêwîste dengên me bigihînin Parlamentoya Kurdistanê daku em jî bi wan serbilind bin.”

 

Kurdên Êzdî niha li komelgehên Şariya, Xankê, Bêadirê û gundê Dêrê û derdora wî dimînin. Li gorî çalakvanên Kurdên Êzdî nêzîkî 12 hezar Kurdên Êzdî xwedî mafên dengdanê ne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
725 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.328 seconds