Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Îtilaata Îranê li Sine çalakvanên Kurd digire

Ji aliyê RÛDAW 14-9-2018
Çalakvana Kurd a xelkê bajarê Sine, Sureya Xidirî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye girtin
Çalakvana Kurd a xelkê bajarê Sine, Sureya Xidirî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê du çalakvanên Kurd li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê girtin, herwiha du çelakvanên din jî ku rojek piştî greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin, bo Rêveberiya Îtillaata Sine hatin veguhastin.

 

Li gorî avkaniyên xwecihî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, piştî birêveçûna greva giştî ya seranserî li piraniya bajarên wî parçeyê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Îranê dest bi girtina çalakvanên Kurd kirine.

 

Li gorî zanyariyan, hêzên Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, du çalakvanên navdar ên vî bajarî ji ber hewldanên wan bo handana xelkê ji bo beşdarbûna di greva giştî ya roja Çarşembiyê de girtine.

 

Çalakvan û herwiha saziyên mafên mirovan ên Rojhialtê Kurdistanê ragihandine, ku çalakvana jin Sureya Xidirî ku di warê mafên zarokan û çalakiyên sivîl de dixebite û endama saziya xêrxwaziya Rocyar Kurdistan e, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye girtin.


Rêxistina Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê jî ragihandiye, ku hêzên ewlehiyê yên Îranê avêtine ser mala Sureya Xidirî û piştî pişkinîna malê, ew û her du zarokên wê ku xwandekarên zanîngehê ne, girtine.


Herwiha çalakvanê naskirî yê bajarê Sine, Muslim Seîdpûr jî piştî ku ji aliyê Rêveberiya Îtilaata Sine ve hatiye bangkirin, ji aliyê hêzên ser bi Îtillaatê ve hatiye girtin.

 

Ji aliyekê din ve, du çalakvanên din ên bajarê Sine yên bi navê Aram Fethî û Soran Danişwer ku piştî greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê hatibûne girtin, bo Rêveberiya Îtilaata Supaya Pasdaran hatine veguhastin û lêkolîna bi wan re ketiye destê Îtilaata Supaya Pasdaran.

 

Ew her du çalakvanên Kurd jî bi hinceta handana xelkê bo beşdarîkirina xelkê di greva giştî ya roja Çarşembiyê de hatine girtin.


Li gorî çalakvanên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê û zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, heta duh Pêncşembiyê 13ê Îlona 2018, hêzên Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 40 kes desteser kiribûn.


Roja Çarşembî 12ê Îlona 2018 li ser banga 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvan û rewşenbîrên wê parçeyê Kurdistanê greveke giştî û seranserî birêve çû û dikan û bazar li piraniya bajarên Rojhilat, ên weke Mihabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Urmiye, Sine, Merîwan, Bane, Dîwandere, Seqiz, Kirmaşan, Pawe, Ruwanser, Cuwanro û çend bajarokan girtû bûn û xelk ji malên xwe derneketin.

 

Di roja birêveçûna greva giştî de, hikûmeta Îranê li cihên hesas ên bajarên mezin ên Rojhilatê Kurdistanê hêzeke mezin a ewlehiyê bi cih kiribû. Herwiha tîmên taybet ên hêzên polîs û Îtilaata Îranê li nav bazaran digeriyan û dikanên xelkê, yên ku beşdarî grevê bibûn, bi sprayên rengî nîşan dikirin.

 

Çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê wêne û dîmenên vîdeyoyî yên nîşankirina dikanan ji aliyê tîmên Îtilaata Îranê ve li ser torên civakî û internetê belav kirine û ragihandine, ku Îtilaat ji ber wê yekê wan dikanan nîşan dike, daku piştre lêpirsînê bi wan re bike.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.688 seconds