Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Serokwezîr Barzanî serdana Kosret Resûl kir

Ji aliyê Rûdaw 14-11-2017
Rûdaw

Silêmanî (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl kir û ji nêzîk ve ji rewşa tendirsutiya wî pirsî.

 



Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanîtevî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemî 14ê Mijdarê serdana Silêmaniyê kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî bo agahdarbûna ji rewşa cihên zirarpêkevtî yên di encama erdhejê de, serdana navçeya Derbendîxanê kirin û li gel qayimmeqam û berpirsên dinên rêveberiya wê navçeyê civiyan.

 

 

Piştî vegera ji Derbendîxanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo dîtin û agahdarbûna ji rewşa tendirustiya Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî serdana Nexweşxaneya Farûq a bajarê Silêmaniyê kirin.

 

Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî, Wezîrê Tendirsutiyê Dr Rêkewt Heme Reşîd, Wezîrê Perwerdeyê Piştîwan Sadiq, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Ebdulsetar Mecîd di şanda li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de bûn.

 

Roja Şemî 11ê Mijdara 2017ê rewşa tendirustiya Kosret Resûl Elî xirab bû û bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Farûq a li Silêmaniyê hat veguhastin. Li wê nexweşxaneyê, neştergiyek ji bo Kosret Resûl Elî hat kirin û li gorî gotina tîma pizîşkî, rewşa tendirustiya Kosret Resûl roj bi roj baştir dibe.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 14 demjimêr berê | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 12 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| Duh vî demî 11:58 | (1)
0.547 seconds