Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Deriyê sînorî girtî ye; Bi dehan geştiyar asê mane

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Bi dehan geştiyar û ajovanên barhilgir li benda vebûna deriyê Hacî Omeran in

Hacî Omeran (Rûdaw) – Bi dehan geştiyar û ajovanên barhilgir li deriyê sînorî yê Hacî Omeran, li benda vebûna deriyê ne ku bûye mehek ji aliyê Îranê ve hatiye girtin, lê Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê ragihand, bila kes li benda vebûna sînorê nebe û bila di deriyê Başmax re hatûçûn bikin.

 

Beriya niha ji xwediyên pasaportên Îranê re rê dihate dayîn ku ji deriyê Hacî Omeran ve vegerin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, lê Îranê biryar da, rê nede xelk jî ku ji wî deriyê sînorî vegerin.

 

Ev di wê demê de ye ku roja çarşema derbasbûyî, parlementerekî Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kiribû, ku Berpirsê Ofîsa Serokomarê Îranê jê re ragihandiye, ku Encumena Wezîran a Îranê biryara vekirina deriyên sînorî yên Hacî Omeran û Perwîzxanê pesend kiriye.

 

Ajovanekî kamyona barhilgirê Seyd Pûr destnîşan kir: “Bûye şeş roj em asê mane, me serdana nûnerê Konsulxaneya Îranê kir û ji me re got 'divê di deriyê Başmax re vegerin Îranê û li benda vebûna wî deriyê sînorî nebin', gelekên me nikarin rêya dûr a Başmaxê bigrin ber xwe.”

 

Li ser vekirina deriyê sînorî, daxuyaniyên hikûmetê tine ye, girtina deriyên sînorî jî bi biryareke siyasî tê zanîn û behsa astengiyên nû jî tê kirin.

 

Rêveberê bajaroka Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Girtina deriyên sînorî biryareke siyasî ye, lewma em nizanin ji aliyê bandor û yasayê ve cardin çi wext derî dê werin vekirin. Îranê biryareke nû li ser deriyên sînorî daye ku rê nayê dayîn kamyonên vala û geştiyar hatûçûnê bikin.”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îran bi rêya sê deriyên fermî yên sînorî bazirganî û hatûçûna geştiyaran dikin, di navîna meha derbasbûyî de Îranê deriyên sînorî girt û piştî deh rojan deriyê Başmax vekir, lê Perwîzxan û Hacî Omeran hêj girtî ne.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
Ehmedê Dirihî | 2018-02-18 10:12:53 AM
Ebadî derewan dikin, pê bawer meke
Mesrûr Barzanî: Ebadî got di demeke kurt de pirsgirêkan çareser dikin
| 17-2-2018 | (1)
0.546 seconds