Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Kurdistan binpêkirina mafên xwe qebûl nake

Ji aliyê Rûdaw 14-11-2017
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê binpêkirina mafên xwe qebûl nake.

 

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ramon Casas duh Duşemî 13ê Mijdarê li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn.

 

Li gorî daxuyaniya ofîsa Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Ramon Casas di vê civînê de rewşa dawî ya deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.

 

Balyozê Yekîtiya Ewropayê piştgiriya YEyê bo bilze destpêkirina diyalogeke rasterast di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku li ser esasê Destûra Iraqê be, diyar kir û hêvî xwest di demeke nêz de dawî bi aloziyên navbera her du aliyan were.

 

Derbarê pêşhatên siyasî û leşkerî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku pêwîst e pirsgirêkên heyî yên navbera Hewlêr-Bexdayê bi awayekî hertimî û bi yekcarî werin çareserkirin, daku em hertim di çarçoveya wê nedadperweriya dîrokî ya ku li hember gelê Kurd tên kirin, nezivirin.

 

Mesrûr Barzanî amadebûna Kurdistanê bo çareserkirina kêşeyên heyî bi awayekî hertimî û bi rêbazên aştiyane nîşan da û got: Kurdistan bi ti awayî binpêkirina mafên xwe qebûl nake.

 

Mesrûr Barzanî herwiha hêvî kir, ku civaka cîhanî jî roleke çalak bigire ser xwe, daku astengiyên li pêşiya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayî ji holê werin rakirin û pêşî ji çêbûna aloziyên zêdetir li deverê jî were girtin.

Şîrove

 
Baran B | 15-11-2017
Kurdan binpêkirna mafên xwe qebulkirin. Van axiftinên vala bes biken. Gelê kurdistanê bi pîr û şîr, kur û kiç li ser pêya bon bu parastina Kurdistanê we çikir. Heşda şeibî li Kerkuk Şengalê ye. Vêc çi behsê mafa ye hun diken.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
906 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| Duh vî demî 04:47 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| Duh vî demî 06:15 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| Duh vî demî 10:55 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.562 seconds