Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ebadî: Em pêşwazî li biryara nû ya Kurdistanê dikin

Ji aliyê Rûdaw 14-11-2017
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku Bexda pêşwazî li helwesta nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê pisgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de dike.

 

Heyder Ebadî îro Sêşemî 14ê Mijdarê di konfransa rojnamevaniya xwe ya heftane de helwesta Bexdayê li ser daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê pabendbûna bi Destûr û biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê de aşkere kir.

 

Ebadî got, ku ew pêşwazî li vê biryara nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û tekez kir: “Ez daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku alîkar bin bo cîbicîkirina Destûr û rêvebirina deriyên sînorî û ez pêşwazî li daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim.”

 

Ebadî herwiha got: “Hikûmeta Iraqê pabend e bi dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.”

 

Serokwezîrê Iraqê derbarê erdheja pêr şev û zirarên ku gihîştine Bendava Derbendîxanê jî got: “Bendava Derbendîxanê bê kêşe ye û ti metrisî li ser bendavê nîne.”

Şîrove

 
Kurdo | 15-11-2017
Abadî,bi tenazilên tektîkî razî nabe,Abadî dixweze Kurd ji daxweza Serxwebûnê tenazil bikin.Abadî Kerkuk kir Bajarekî ji Heşdi Şeebî Şiee mezheb,hîna jî,Mehkema xwe Fîdralî an ku Mehkema xwe mezhebî tehdîda dike û Baregahên Rêkxistinên Kurdan li Kerkukê û li Germîyan û li Deşta Musilê,bi destên Ereban,talan kirin û War û Malên Kurdan, hiîweşandin û şewitandin û Sîwarên Rêya serxwebûna Kurdistanê,bi tirsa girtina Derîyên Sînoran,yek bi yek peya dike.Gelek gotin hene nayê gotin,Mixabin Pîre-Jinek Xayîn,va rewşa şikestî bi serê Kurdan kir û hîna li nav Kurdan û Pêşmergehan,digere û di Kene.
Nîşankirin : Iraq, Kurdistan, Heyder Ebadî
1424 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.563 seconds