Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Civîna partiyên Kurdistanî li ser Kerkûkê

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Di civînê de li ser pêkanîna civîna Encumena Parêzgehê û danîna parêzgarek hate gotûbêjkirin (Wêne: AFP)
Di civînê de li ser pêkanîna civîna Encumena Parêzgehê û danîna parêzgarek hate gotûbêjkirin (Wêne: AFP)

Kerkûk (Rûdaw) – Berpirsên beşa peywendiyan ên partiyên Kurdistanî li Kerkûkê, li baregeha Partiya Komunîst a li wî bajarî civiyan, lê nûnerên PDKê û Goranê beşdarî civînê nebûn.

 

Berpirsê Peywendiyên Melbenda Şeş a Yekgirtûya Îslamî li Kerkûkê Ednan Seyd ji Rûdawê re ragihand, ku di civînê de li ser hin mijaran gotûbêj kirine, ew mijar jî ev in ku “di demeke herî nêz de civîna Lîsteya Biratî û danîna parêzgarekî nû ji bo Kerkûkê, herwiha vegera hemû partiyên Kurdistanî bo Kerkûkê bi awayekî birûmet.”

 

Ednan Seyd herwiha diyar kir: “Li şûna tohmetbarkirina hevdû bi xiyanetê, pêwîst e hemû partî ji ber ku ev rewş li Kerkûkê qewimî, ji xelkê wî bajarî lêborîna xwe bixwazin.”

 

Li ser beşdarnebûna civînê ya nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê, Berpirsê Peywendiyên Melbenda Şeş a Yekgirtûya Îslamî li Kerkûkê Ednan Seyd got: “Li Kerkûkê taziyeyeke Goranê hebû û pê re mijûl bûn. PDK jî hêj venegeriyaye Kerkûkê, eger na ti pirsgirêka wan tine bû li gel civîna partiyên Kurdistanî.”

 

Li gor daxuyaniyeke Partiya Kominîst a Kurdistanê li Kerkûkê, di civînê de tekezî li wê yekê hatiye kirin ku “bi awayekî bilez civîna Encumena Parêzgehê were kirin û parêzgarek were danîn.”

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, biryar e roja pêncşemê 16ê Mijdara 2017an civîna Fraksiyona Biratiyê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê li Hewlêrê were pêkanîn.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve, beşek ji partiyên Kurdistanî baregehên xwe terk kirin û niha jî ji bilî PDKê, piraniya partiyan vegeriyane baregehên xwe, lê hêj çalakiyên partiyên Kurdistanî sînordar in.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)
0.594 seconds