Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

YNK: Ti alîkariya Bexdayê negihiştiye Derbendîxanê

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Zirarên erhejê yên li Derbendîxanê (Wêne: Rûdaw - Sertîp Usman)
Zirarên erhejê yên li Derbendîxanê (Wêne: Rûdaw - Sertîp Usman)

Silêmanî (Rûdaw) – Endamê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê li Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Rêkewt Zekî ragihand, ti alîkariyeke Hikûmeta Iraqê negihiştiye ziyanpêkevtiyên erdheja Derbendîxanê.

 

Rêkewt Zekî ji Rûdawê re ragihand: “Ji bilî alîkariyên Tirkiyê, ti alîkariyek ji aliyê Iraqê negihiştiye ziyanpêkevtiyên erdheja Derbendîxanê. Tenê ev heye ku tîmeke ji Çavkaniyên Avê yên Iraqê hatine Derbendîxan ji bo ku li gel şîrketeke şêwirmend girêbest bikin, daku zirarên ku gihiştine bendavê destnîşan bikin.”

 

Herwiha Zekî behsa wê yekê jî kir, ku di dema serdana tîmeke encumena wan ji bo Derbendîxanê de, Qayimeqamê Derbendîxan zirarên ku ji ber erdhejê gihiştiye wê navçeyê, weke 17 milyon dolar diyar kiriye.

 

Li ser alîkariyên Parêzgeha Silêmaniyê yên ji budceya rewşa lezgîn bo Derbendîxanê Rêkewt Zekî got: “Alîkarî ew qas kêm e, hêjayî qalkirinê nîne.”

 

Endamê Fraksiyona YNKê yê li Encumena Parêzgeha Silêmaniyê herwiha got: “Li Derbendîxanê li nav 15 heta 17 dibistanan perwerdehî sekiniye û pirsgirêka xelkê ya elektrîkê heye. Bûye sê roj in av jî negihiştiye wan, ji ber erdhejê ji bilî xaniyan, zirar gihiştiye nexweşxaneyan jî.” 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 22 demjimêr berê | (2)
salman | 2018-02-19 7:56:34 PM
ne Sîr û ne jî Pìvaz.... herdû pêxwaz bash dizanin ku herdû nakin çend banot.... ne Pirçên wan kes dikrêt û ne jî xwîna wan bi kêra tishtek nayêt.......
Ebadî û Malikî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan dibe
| 11-1-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| Duh vî demî 06:50 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| Duh vî demî 11:52 | (1)
0.656 seconds