Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî li Derbendîxanê ne

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Derbendîxan

Derbendîxan (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ligel çend wezîrên Herêma Kurdistanê bo serdana kesên tûşî erdhejê hatine gihiştin navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê.

 

Berpirsê ragihandiyê yê ofîsa Qubad Talebabî Semîr Hewramî ji Rûdawê re ragihand ku serdana şandeyê bo li nêzîk ve agahdarbûna rewşa jiyana kesên tûşî erdhejê hatine.


Hewramî herwiha destnîşan kir ku ev şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ligel berpirsên hukmî yên wê deverê re bicivin.


Di nav şanda navborî de Wezîrê Tenduristiyê Newroz Mewlûd, Wezîrê Bajervaniyê Dr. Piştewan Sadiq, Wezîrê Perwerdeyê Ebdulsitar Mecîd û çend berpirsên din cih girtine.


Pêr bi şev 12ê Mijdara 2017an erdhejeke bihêz li her çar parçeyên Kurdistanê û çend welatên derdora wê qewimî. Li gor navendên jeolojî yên Amerîka, Îran û Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê, navenda erdhejê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê (Helebce û Kirmaşan) bûye, pileya hêza erdhejê jî navbera 7 û 7.6 pile bûye.


Li Başûrê Kurdistanê, bi taybet li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bihêziya erdhejê zêdetir bû û di encamê de gelek mal û avahiyên welatiyan û avahiyên saziyên giştî hilweşiyan yan jî zirareke mezin gihîşte wan.

 

Herwiha di encama erdhejê de li navçeya Derbendîxan a ser bi Silêmaniyê ve 5 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

 

Li gorî medyaya fermî ya hikûmeta Îranê, heta niha di encama erdhejê de 407 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 6 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.

 

Herwiha ji ber bihêziya erdhejê, zirar gihîştiye Bendava Derbendîxanê û Wezîrê Çavkaniyê Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd derbarê rewşa vê bendavê de hişyarî daye.



Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 14 demjimêr berê | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 13 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| Duh vî demî 11:58 | (1)
0.406 seconds