Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê: Em rêzê ji biryara Dadgeha Federal re digrin

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Logoya hikûmeta Herêma Kurdistanê
Logoya hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva biryara Dadgeha Federal a Iraqê da û ragihand, ku ew rêzê ji vê ravekirinê re digrin lê divê cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastine hemû maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine bicîhkirin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da biryara Dadgeha Federal a Iraqê, ku li ser daxwaza Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê, roja 6ê Mijdarê, biryara jimare 122 derxistibû û madeya yekemîn a Destûra Iraqê rave kiribû.

 

Di vê raveyê de hatibû diyarkirin, “Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedanê serweriyeke temam e, ku sîstema hikûmraniyê têde komariya parlamenterî ya demokratîk e. Ev destûr bingeha yekîtiya Iraqê ye.”


Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bersiva vê raveyê de ragihand: “Herêma Kurdistanê herdem tekez kiriye, ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera desthilata federal û herêmê de, pabendê rê û rêbazên destûrî û yasayî ye.”


Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erênî pêşwaziya destpêşxeriya Seyîd Elî Sîstanî, kesayetên Iraqî û welatên dost dike, ku dixwazin ji bo çareseriyê vegerin Destûra Iraqê.  


Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: “Em rêzê ji vê ravekirina madeya yekem a destûrê ya Dadgeha Bilind a Federalî re digrin. Di heman demê de tekez dikin, ku bi baweriya me divê ev yek bibe bingehek ji bo destpêkirina diyalogekî nîştîmanî ya giştî. Cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastina maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine destnîşankiirn. Rêya tenê ya garantîkirina yekîtiya Iraqê yak u di madeya yekemîn de jî hatiye destnîşankirin, ev e.”

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.422 seconds