Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ji bo têkoşîna li dijî fikra tundrewiyê pêwîstiya hikûmeta Kurdistanê bi 7 tiştan heye

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2018
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di konferansa navdewletî ya 'Aştî Bi Rêya Miyanrewiyê' de gotarek pêşkeş kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî ragihand, saziyên sereke yên hikûmet û civaka sivîl ên li Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna fikra tundûtîjiyê ne xwediyê çavkaniyên pêwîst in û bo di vê mijarê de serkevtî bibin, pêwîstiya wan di 7 waran de bi alîkariyê heye.

 

Îro li Hotêl Rotana ya Hewlêrê rêxistina Spark bi alîkriya Wezareta Derve ya Holendayê konferanseke navdewletî di derbarê Aştiyê û rûbirûbûna tundûtîjî û tundrewiyê de saz kir. Konfernas ji 4 panêlan pêk tê, ku têde çend lêkolîn ji aliyê lêkoler û berpirsên hikûmetê û kesatiyên navdewletî ve di derbarê tundûtîjî, tundrewî û çawaniya çareserkirina wê de tên pêşkêşkirin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya medyayî ya konferansê kiriye û çalakiyên wê bi awayekê zindî diweşîne.

 

Di konferansa navdewletî ya 'Aştî Bi Rêya Miyanrewiyê' de Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gotarek pêşkêş kir û têde ragihand: “Teror bûye diyardeyekî cîhanî û gefeke ciddî li ser demokrasî, mafên mirov, aştî, asayiş, seqamgîrî û hemû nirxên me û gelên azad. Ji destpêka dirustbûna statuya Herêma Kurdistanê di sala 1992a de û vir ve em bûne armanca terorîstan, ji ber wan nirx û bingehên ku baweriya me pê heye û Herêma Kurdistanê li ser wan hatiye biyadanîn, wek demokrasî, mafê mirov, pêkvejiyan, azadiya siyasî û olî û civakî û rojnamegeriyê û yeksaniya jin û mêran, bi taybetî mafê jinan.”

 

Derbarê bi armanckirina Herêma Kurdistanê ji aliyê terorîstan ve, Kerîm Şingalî got: “Piştî proseya rizgarkirina Iraqê di sala 2003ê de, Herêma Kurdistanê careke din ji grûpên tundrew û terorîst re bû armanceke rastetast. Li gel alozbûna rewşa Iraqê, armanca terorîstan têkdana rewşa Kurdistanê bû, jibo ku Kurdistanê bikin jîngeheke guncaw bo çêkirina bingeha terorê û şaneyên terorîstî, lê belê bi keyfxweşî ve civaka Kurdistanê xweragir bû û bi hemû şêweyekê tundûtîjî û hizra terorê red kir.”

 

Di beşeke din a gotara xwe de, Şingalî da xuyakirin: “Serkevtina me li hember terorê ji xweragiriya civaka Kurdistanê tê, bi rêya hemahengî û hevkariyeke bihêz di navbera hevwelatiyan û dezgehên Asayişê û hêzên navxwe de, hevdem siyaset û bernameya erênî ya hikûmetê bo pêşvebirina dadperweriyê û mafên mirovan û pêkvejiyana aştiyane.”

 

Kerîm Şingalî di beşeke gotara xwe de jî bi taybetî behsa rêgirtina li ber fikra tundrewiyê kir û got: “Grûpên tundrew û terorîst berdewam in bo danîna rê û taktîk û şêwazên nû, belavkirina îdeolojiya xwe ya tundûtîjiyê û armancgirtina ciwan û xortan bo encamdana kirinên terorîstî li seranserê cîhanê, bi taybetî serkevtî bûne di bikaranîna teknolojiya zanyarî û torên civakî de bo karîgeriya li ser kesên lawaz û gihîştina hevwelatiyan bi rêya belavkirina propogandayên wêneyî û vîdeoyî ya kirinên terorîstî, li beramberî vê yekê divê em hîn zêde girîngyê bidin bihêzkirina hêza îstixbarat û saziyên hêzên asayiş û navxweyî bo bikaranîna teknolojiya zanyarî ya pêşkevtî bo rûbirûbûn û aşkerkirina terorîstan û kirinên terorîstî yên rêxistinî.”

 

Di derbarê dijwariyên li ber hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bo rûbirûbûna fikra tundrewî de Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Rûbirûbûna terorê û rêgirtina li ber hilbijartina xort û ciwanan  dijwaeiyekje pir mezin e, bo vê jî pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya hemû aliyan heye di asata navxwe, herêmî û navdelwetî de, wek saziyên fermî û ne fermî û navendên perwwerdehî û olî û civaka sivîl û sektora taybet û dezgehên ragihandinê bo rêgirtin û têkoşîna li dijî tundrewî û terorê bi awayekî bi bandor. Di warê Herêma Kurdistanê de hêza me sînordar e di warê çavkaniyên darayî, teknolojiyên pêşkevtî, zindanên guncaw, jêrhane, system û bernameyan de.”

 

Di dawiya axavtina xwe de Şingalî got: “Her çi qas hêzên asayiş û navxwe gelek serkevtî bûn di bersivdayîna êrîşên terorê û pûçkirina planên terorîstan de, lê saziyên sereke yên hikûmet û civaka sivîl ne xwediyê çavkaniyên pêwîst in bo rûbirûbûna fikra tundûtîjiyê, dubare rahênaniyê, hişyarkirina wan xort û ciwanên bûne qurbaniyên fikra tundrewî û terorê û perwerdekirina wan a li ser bingehên demokrasî, aşitî, pêkvejiyana aştiyane û guncawkirina wan a bo nav civakê, di vî warî de pêwîstiya me bi palpiştiyê heye bo bihêzkirina hewlên têkoşîna li dijî fikra tundrewî û terorê bi rêya bikaranîna şêwazên pêşkevtî û teknolojî û hêzên asayiş û karmend û rahênankiriya leşkerî û sivîl, bi taybetî di van waran de:

 

1- Hevkariya teknîkî û darayî bo encamdana lêkolîneke taybet li Herêma Kurdistanê, bo dîtin û diyarkirina sedemên bingehîn ên tundrewî û tundûtîjiya olî, hevdem danîna planekî kêrhatî ya hevbeş di nav hemû aliyên peywendîdar ên hikûmet û derveyî hikûmetê bersivdayina pêwîst û karîger li dijî gefên fikra tundûtîjî û terorê.

 

2- Dabînkirina teknolojiya zanyarî ya pêşkevtî bo hêzên asayiş û navxweyî, daku piştgiriyê bide kontrolkirin, çavdêrîkirin û şopandina ji bo bihêzkirina asayiş, parastin û selametiya hemû hevwelatiyên li Herêma Kurdistanê.

 

3- Pêşxistin û berfirehkirina zindanan li gorî standardên navdelwetî û danîna bernameyên taybet bo hişyarkirinê, perwerde û rûbirûbina fikra tundrewî û terorê.

 

4- Vekirina kursên rahênanî û perwerdehiya taybet bo karmendên hêzên asayiş û navxweyî û karmendên zindanan û binkeyan, di derbarê çawaniya miamelekirina li gel terror û rêgirtina li ber tundrewiyê û dubare guncawkirina ciwanan.

 

5- Hevkariya darayî û teknîkî bo danîn û cîbicîkirina bernameyên perwerde û hişyarkirinê û çaksaziya di nav girtiyan de û astengkirina belavbûna fikra tundrewî û terorê li zindanan.

 

6- Pêşxistina aliyên madiyên taybet ên dijtundrewiyê bo mamoste, wanebêj û gotarbêjan li navendên xwendin û perwerdehiya olî û civakî bo parastina ciwan û xortên aşnayê fikra tundrewiyê bûne.

 

7- Pêkanîna derfetên kar, xwendin, debarê û lidarxistina platforma rewşenbîrî û pêgihandina pîşeyî û hizrî bo ciwan û xortan, daku werin parastin ji pêlên tundrewî û tundtîjiyê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1011 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.172 seconds