Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

HDKê sekreterek nû hilbijart

Ji aliyê RÛDAW 15-1-2017
Mistefa Mewlûdî sekreterê nû yê HDKê

Koye (Rûdaw) – Îro di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistaê (HDK) de li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê, Mistefa Mewlûdî weke Sekreterê Giştî yê HDKê hat hilbijartin.

 

Îro yekûemî 15ê çileya 2017ê, civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demorkata Kurdistanê (HDK ango PDKa Rojhilat) li baregeha sereke ya wê partiyê li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê birêve çû.

 

Di civîna îro ya Komîteya Navendî ya HDKê de, Mistefa Mewlûdî bi piraniya dengên endamên komîteya navendî weke Sekreterê Giştî yê HDKê yê nû hat hilbijartin.

 

Hilbijartina Mistefa Mewlûdî weke Sekreterê nû yê HDKê piştî wê yekê hat, ku Xalid Ezîzî ji posta sekretariya gişît ya wê partiyê îstifa kir.

 

Mistefa Mewlûdî pêştir û dema ku Xalid Ezîzî Sekreterê HDKê bû, Cîgirê Sekreterê Giştî yê wê partiyê bû.

 

Civîna Komîteya Navendî ya HDKê li baregeha sereke ya wê partiyê li navçeya Koyeyê hêj berdewam e û biryar e Cîgirê Sekreterê Giştî jî were hilbijartin.

 

Mistefa Mewlûdî li gundê Masoy ê di navbera her du bajarên Mihabad û Nexede yên ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

 

Di sala 1979an de tevli refên Hêza Pêşmerg ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye.

 

Xwandina zanîngehê li Başûrê Kurdistanê bi dawî kiriye û lîsanasa yasayê li Zanîngeha Koyeyê wergirtiye.

 

Di kongeraya heftem a Partiya Demorkata Kurdistana Îranê de (berî cudabûna herî dawî), bûye endamê serkirdatiya PDKÎ yan HDKAyê.

 

Di kongreya 12 a PDKÎyê de jî weke Endamê Polîtboruya PDKÎyê hatiye hilbijartin.

 

Piştî ku cudabûn di nav refên PDKÎyê de çê bû û HDK ango PDKa Rojhilat hebûna xwe ragihand, di kongreya 14ê de weke Cîgirê Sekreterê Giştî yê HDKê hat diyarkirin.

 

Îro 15ê Çileya 2017ê, bi piraniya dengên endamên Komîteya Navendî ya HDKê, weke Sekreterê Giştî yê HDKê hat destnîşankirin.

2219 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.313 seconds