Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

LÊKOLÎNA NAVDEWLETÎ – DAIŞê li dijî pêşmerge Xerdel û Klor bikar aniye

Ji aliyê Mahmud Yasin Kurdi 15-3-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên lêkolîna tîmekî hevbeş ê amerîkî, frensî, almanî û swêdî, rêxistina DAIŞê li dijî pêşmergeyan gaza jehrî ya Xerdel û Klorê bikar aniye.

 

Çekdarên DAIŞê bi berdewamî di bereyên şer de çekên kîmyewî bikartînin. Mînaka dawiyê jî ew bû, ku roja 13ê Adarê li nêzîkî Otêl Aşûr a rojvayê Mûsilê bi topên hawinê êrîşî leşkerên Iraqê kir û tîma Rûdwê jî li wir bû. Ji ber vê yekê leşkerên iraqî û tîma Rûdawê jehrî ketin, bêhna wan çikiya û vereşiyan. Li gorî pisporan DAIŞê di vê êrîşê de gaza Xerdel bikar aniye.

 

Beriya niha jî gelek caran DAIŞê li eniyên şer li dijî pêşmerge çekên kîmyewî bikar anîbû. Li gorî amarên Rêveberiya Tendurustiyê ya Wezareta Pêşmerge, di encama van êrîşên kîmyewî de 50 pêşmerge birîndar bûne û ji van 15 pêşmerge ji bo çareseriya pijîşkî şandine derveyî Herêma Kurdistanê.

 

Bi armanca xweparastina lihember çekên kîmyewî, Wezareta Pêşmerge hêzekî berevaniyê ya li hember madeyên kîmyewî damezrand, Artêşa Almanyayê jî li welatê xwe perwerde û rahênan da tîmekê pêşmergeyan.

 

Yekemîn car roja 12ê Tabaxa 2015ê li bereya Mexmûr û Guwêrê çekdarên DAIŞê 45 guleyên hawinê avêtine Hêzên Pêşmerge, ku kilawa kîmyewî li ser van hawinan hatibû girêdan.

 

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand, çekdarên DAIŞê gaza Klorê li hember pêşmerge bikaraniye. Ji ber vê êrîşê laşê hinek pêşmergeyan şewitiye û bêhna wan teng bûye.

 

Yawer diyar kir, ku ji bo xweparastinê perwerde û rahênana pêwîst dane Hêzên Pêşmerge.

 

Cebar Yawer herwiha da zanîn, ku piştî destpêkirina operasyona Mûsilê, ku bi rêkeftina ligel Baxdayê pêşmerge di xala dawîn a sînorên xwe bicîh bûn, ti pêşmergeyek rastê êrîşa çekên kîmyewî nehatiye.   

 

Rêveberê Tendurustiya Wezareta Pêşmerge Mûhsîn Zengene jî ji Rûdawê re got; “Li piraniya mêhweran DAIŞê li dijî pêşmergeyan çekên kîmyewî bikaranî.  

 

Muhsîn Zengene diyar kir, ku hemû belge û dokûmentên birîndarên van êrîşan bi raporekî taybet dane destê Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navdewletî yên qedexekirina çekên kîmyewî.

 

Nîşankirin : DAIŞ, Klor, Xerdel, Pêşmerge
690 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-05-22 9:50:38 AM
Ev artêsh mîna DAISHÊ û El Nusra ye. Hic farq nîne, tenê li rûyê wan binêrin. Rîyê xwe berdane, weka DAISHê berê. Mixabin tirkîyê daxwaza Dewleta...
Tirkiye artêşeke nû li bakurê Sûriyê ava dike
| 22-5-2017 | (1)
Kurdo | 2017-05-21 7:26:34 AM
Rewşa Bakurî Kurdistanê li Turkîyê,bi hewcehî Serokekî milî nasyare ne bi hewcehî nîv Serokeka bi ldîloceyeka dem bi serve çûye hatî perwerde...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-05-21 4:59:50 PM
Xanima Serpil, Nexşerê eve: 1➡ bi Kurdî biaxivin û binvîsin û Dest ji Axiftina Tirkî û Nivîsên Tirkî berdin. 2➡ Cilê Kurdî li xwe bikin, Cilên Kurdî...
Hevseroka nû ya HDPê: Em li ser nexşerêyeke nû dixebitin
| 20-5-2017 | (2)
Suleyman Inci | 2017-05-21 10:16:54 AM
Newsirvan rebereki Akademik bu xebata wi ji bo Kurdistan ke demokrati bu diji bertilxwarine u gendeli ye bu. Xwede rehma xwe leke sere malbata We ,wi...
Simo | 2017-05-21 4:21:19 PM
Suleyman lncî,law tû Qasim Suleymanî nas nakî kîye,heger Qasim Suleymanî Hevalê Kurdekî be,bila ew Kurda,ji xwe re,nebêje ez Kurdim.Qasim Suleymanî...
Ji Qasim Sulêymanî peyama serxweşiyê
| 21-5-2017 | (2)
Aarif | 2017-05-20 6:38:50 PM
Bi rêz kak, azîzakanim, li ser pirsa rêya rastîya PKK û methodologia PKK ez bi xwe ne bawerim xeltî hebêtin, ji ber hindê, ji bo çi ? di sereta de,...
lolozano | 2017-05-21 6:03:16 AM
Sedemên leşkerî û sedemên sîyasî û civakî û Dewlet,berê PKKê didet xeletîyan gotinên hemî rastin û nesîhetên te,tû li PKKê dikî,tevî wisa PKKê,ne...
Bakura PKKê
| 18-5-2017 | (2)
0.406 seconds