Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ebadî û nûnerê Barzanî bi hevre ligel Trump dicivin

Ji aliyê RÛDAW 15-3-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Hate zanîn, ku dê di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ji bo Washingtonê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şandê de be.

 

Di serdana dawî ya Hewlêrê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 7ê Adara 2017ê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû û pêşniyar kiribû, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di serdana Amerîkayê de yawertiya wî bike.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê di civînê de Mesûd Barzanî jî bi erênî bersiv daye vê pêşniyarê û razî bûye, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şandê de be.

 

Biryare roja 20ê Adarê Heyder Ebadî bi serokatiya şandekê bigihe Washingtonê û ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtinekê bike.

 

Roja 22ê Adarê jî dê li Amerîkayê civîna welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bê sazkirin.

 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-08-13 7:20:09 PM
Di bin vê serlêdanê de,ne bes behsa pariztinên Sînorên Welatên hev ji Terorîstan ku biparizin tên ba hev.Sînor û Terorîst,di bin sçîya kontrola wan...
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê serdana Tirkiyê dike
| 13-8-2017 | (1)
Melih Erdinc | 2017-08-13 11:01:56 AM
Goran gora xwe dikole
Tevgera Goran: PDK mercên me qebûl neke, bila her yek here mala xwe
| 13-8-2017 | (1)
Ali Baran | 2017-08-13 8:48:50 AM
chp ji roja avabûna xwe bi vir da partîyeke national socialist e, wate partîya faşist a bi maske sor e. kînga bûye demokrat. gotineke kurmancan heye,...
Bangewaziya Demirtaş di siyaseta kurdî de bû cihê nîqaşê
| 12-8-2017 | (1)
osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
0.5 seconds