Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Iraqê mûçeyên zêdetirî 20 malbatên Kurdên Êzidî qut kiriye

Ji aliyê RÛDAW 15-3-2019
Qayimeqamê Şingalê dibêje, divê hikûmeta Iraqê wan Kurdên Êzidî ku çarenivîsa wan nediyar e weke şehîd nas bike.

Duhok (Rûdaw) - Hikûmeta Iraqê mûçeyên Kurdên Êzdî yên ku çarenivîsa wan nediyare, qut kiriye. Ev yek di demekê de ye ku xwediyên wan bêserûşûnan nizanin ka ew kes di jiyanê de mane yan ne.

 

Qaymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand, hikûmeta Iraqê mûçeyên zêdetirî  20 kes ji Kurdên Êzidî yên ku çarenivîsa wan nediyar e qut kiriye û daxwaza wefatnameyê ji kesûkarên wan dike.

 

Yek ji wan malbatên ku mûçeyên wan hatiye birrîn, malbata Fatima Nemir e. Ew sê salin ku hevjînê Fatimayê çarenivîsa wî nayê zanîn. Debara jiyana malbata wê li ser mûçeyê hevjînê wî bû, ji ber ku hevjînê wî fermanberê yek ji saziyên hikûmetê li navçeya Şingalê bû, lê belê ew dibe 2 sal ku hikûmeta Iraqê mûçe li ser wan qut kiriye.

 

Fatima Nemi, hevjîna revandiyekî Êzidî ji Rûdawê re dibêje: “Hevjînê min bê serûşûn bû, em çûn û me mûçeyê wî xiste ser navê min. Dema em çûne Mûsilê, min pere deyn kir heta ku em çûn. Me hemû tişt amade kirin lê belê bê mifa bû, çimku hikûmeta Iraqê mûçeyê wî qut kiribû.”

 

Qayimeqamê Şingalê, Mehma Xelîl da xuyakirin: “Eger kesekî xelkê Şeingalê çarenivîsa wî nediyar be, yan şehîd bûbe, pêwîst e hikûmeta Iraqê wî kesî bi şehîd hesab bike û mafê şehîdiyê bide wî û mafê zarokên wî bide, li gor maddeya 137 a Destûra Iraqê.”

 

Piştî êrîşa DAIŞê ya di sala 2014ê de bo ser navçeya Şingalê û derdora wê, 6417 kes ji Kurdên Êzidî ketin destê DAIŞê. Heta niha 3385 kes ji wan Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin, lê hêj zêdetir ji 3032 kes çarenivîsa wan nediyar e.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
722 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.171 seconds