Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Çîroka revandina du zarokên Kurdên Êzidî

Ji aliyê RÛDAW 15-3-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destpêkirina operasyona kontrolkirina Baxozê, hejmarek zarok û keç û jinên Kurdên Ezidî yên revandî, ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, û di pişt re li malbatên wan hatine vegerandin.

 

Rûdaw çîroka revandina 2 zarokên ji xelkê gundê Koço vedibêje, ku çawa hatine revandin û di dema ku di destê DAIŞê de bûn, li ser çi hatine perwerdekirin û di pişt re çawa hatine rizgarkirin.

 

Piştî nêzîkî 5 salan du bira dildar û dilber careke din karîn li gel pismamên xwe bilîzin, herdu bira xelkê gundê Koço be û ji Baxozê hatine rizgarkirin.

 

Ji ber jibîrkirina zimanê dayîkê bi lîstikan kêfxweşiya rizgarbûnê ji pismamên xwe re diyar dikin.

 

Dilber Elî ji Rûdawê re diyar kir: “Li Bûkme em li ser çekê perwerde kirin û waneyên Quran û fiqih û eqîdeyê nîşanî me dan û piştre em birin Baxozê û paşê em hatin dorpêçkirin û piştre hatin rizgarkirin û anîne vê derê.”

 

Dildar Elî jî eşkere kir: “Em fêrî bikaranîna tifingê kirin û piştre em veguhestin Baxozê û wan ti cih nedîtin û em azad kirin û em hatin cem HSDê û wan em şandin Mala Êzidiyan, piştre em şandin Şingalê û li Şingalê mamê min hat ez birim cem xwe.”

 

Ji malbateke 5 kesî bi tenê ev du bira rizgar bûne, ew li Kampa Riwange li benda zanîna çarenivîsa xizmên xwe yên din in.

 

Ji xelkê gundê Koço, Cîhad diyar kir ku bi hatina biraziyên xwe gelek kêfxweş e, lê hêj gelek xizmên wî di destê DAIŞê de mane û ew çarenivîsa wan nizane.

 

Merwan Cuzan ku welatiyekî din ê ji gundê Koço ye, çarenivîsa 30 kesên ji xizmên wî nediyar e û dixwaze di demeke herî nêz de çarenivîsa wan bizane.

 

Merwan diyar dike ku hêvî û daxwaza wî ji hikûmetê ew e ku di demeke herî nêz de gorên bi kom werin vekirin, daku çarenivîsa xizmên xwe bizanin, ku gelo hatine kuştin yan winda bûne.

 

Di êrişa DAIŞê de bo ser Şingalê nêzîkî 1200 kesên ji gundê Koço ketibûn destê DAIŞê û heta nihazêdetirî 620 kesan hatine rizgarkirin û çarenivîsa yên din ne diyar e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1013 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.156 seconds