Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Îro yekemîn agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê tê vêxistin

Ji aliyê RÛDAW 15-3-2019
Agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê. Wêne: Arşîv
Agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê. Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê, îro yekemîn merasim û ahenga cejna Newrozê li çiyayê Terxe yê bajarê Bokanê birêve diçe.

 

Biryar e îro li çiyayê Terxe yê di navbera herdu bajarên Mihabad û Bokanê yên ser bi parêzgeha Urmiyê ve bi beşdariya çalakvan û welatiyan, yekem agirê îsal ê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê bê vêxistin.

 

Festîvala Newroza Terxe ya îsal dê li jêr navê Dîdara Terxe bê lidarxistin û ji aliyê çalakvanên sivîl û grûpa çiyavanî ya Bokanê ve hatiye organîzekirin.

 

Ew dema 5 salan e ku di înê ya dawî ya berî sersala Kurdî û cejna Newrozê, Festîvala Newrozê li çiyayê Terxe yê Bokanê tê sazkirin.

 

Vêxistina agirê Newrozê û sazkirina merasima pêşwazî li vê cejna netewî ya Kurd li Bokanê di demekê de ye, ku hêj 6 roj bo destpêka sersala Kurdî mane.

 

Tevî ku cejna Newrozê bi femrî li Îranê weke cejn tê naskirin û hikûmeta wî welatî salane betlaneyên fermî bi helkevta wê cejnê radigihîne, lê belê di dema pîrozbahiyên cejnê de û bi taybet di hilkirina agir de, hêzên ewlehiyê yên hikûmetê rêgiriyan dikin û astengiyan ji xelkê re derdixin.

 

Li aliyekî din, Navenda Alîkariyan a Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, newroza îsal bi Newroza Semaya Azadiyê bi nav kiriye û daxwaz ji welatiyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye ku beşdariyeke berfireh di merasimên taybet bi Newrozê de bikin.

 

Herwiha berpirsên hikûmeta Îranê jî dilgiran in ku merasimên Newrozê bibin cihek ji bo nîşandana nerazîtiyan.

 

Ji ber wan dilgiraniyan, çend roj berî niha rêveberiya parêzgeha Sine li parêzgariyê civînek bi rayedarên saziyên hikûmetê re pêk anî û têde daxwaz hat kirin ku alîgirên hikûmetê bi awayekê berfireh di merasimên pîrozbahiyê yên cejna Newrozê de amade bibin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.39 seconds