Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Dîndar Zêbarî: Ti zindaneke siyasî li Herêma Kurdistanê tine

Ji aliyê RÛDAW 15-3-2019
Dîndar Zêbarî bersiva raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê dide

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser mafên mirovan raporta xwe ya salane ya sala 2018an belav kir û di nav wê raportê de li ser Herêma Kurdistanê çend xal hene. Berpirsê Raspardeyên Navdewletî yê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di daxuyaniyeke taybet de bersiva raportê da.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku raport behsa serederiya xirab a li hinek desteserkiriyan di dema lêkolîna li gel wan de li hinek binkeyên asayiş û dezgehên îstixbaratê dikin.

 

Li gor raportê, li hinek zindan û binkeyên asayişê de car caran zarokên li wê derê li gel zilaman têne dîtin. Herwiha kesên têne zindanîkirin berî ku werin dadgehîkirin demeke zêde dimînin. Hinek raport jî behsa hebûna zindaniyên siyasî, yan desteserkiriyên siyasî li Herêma Kurdistanê dikin.

 

Berpirsê Raspardeyên Navdewletî yê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ji Rûdawê re ragihand: "Diyar e raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser mijara îşkencekirin û li ser hinek girtî û serederiya Herêmê bûye li gel dosyeyên DAIŞê, berî niha me bersiv daye, lê diyar e dubare kirine, bersiva me jî ev e; belê hejmarek zarok û jin li zindanan hebûn ku DAIŞ bûn. Hinek ji wan ceza wergirtin, hinek jî bi dosyeyên cuda di bin lêkolînê de ne, beşek ji wan jî radestî hikûmeta Iraqê hatin kirin û beşek jî hatin berdan.”

 

Dîndar Zêbarî li ser zindanên nepenî dibêje: “Ji pênc – şeş salan ve Wezareta Derve ya Amerîkayê ev mijar dubare dike ku behsa zindana nepenî dike. Em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê yekê cardin tînin ziman ku ti zindaneke siyasî li Herêma Kurdistanê tine ye û ti zindaniyekî siyasî jî li Herêma Kurdistanê tine ye.”

 

Li ser mijara îşkencekirinê jî Dîndar Zêbarî diyar kir: “Em di bersiva vê tohmetê de gelek zelal in, eger aliyek an jî hin kes di lêkolînê de hatibin îşkencekirin, proseyeke taybet heye divê gilî were kirin, ev gilî jî bi rêya dadwerên taybet û dadgehên taybet ve têne kirin.”

 

Beşeke din a raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê bi azadiya ramanan ve peywendîdar e û têde hatiye gotin: “Azadiya ramanan li gor destûra Iraqê parastî ye, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek cure sansûr dike ku destwerdana di karê medyayê de ye.”

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê bal dikşîne ser rûmala hinek kanalên Herêma Kurdistanê û navê Tora Medyayî ya Rûdawê tîne û dibêje, li deverên desthilata PDKê, rê ji Rûdawê re hatiye dayîn ku biçe hemû cihên giştî û zanyariyan bi dest bixe, lê Tora Medyayî ya Rûdawê tekezî li ser wê yekê dike ku ti cudahiyekê di navbera ti devereke Başûrê Kurdistanê de nake û rûmala hemû cihan weke hev dike û hewl dide zanyariyên pêwîst li ser her mijar û pirsgirêkan ji aliyên peywendîdar werbigre.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku rewşên erênî li Herêma Kurdistanê gelek in. Weke mînak; zindanên nû yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarên mezin bi awayekî rêkûpêk têne birêvebirin, rê li rêxistinên navdewletî yên li ser parastina mafên mirovan tê dayîn ku serdana zindaniyan bikin, yasaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi qerebûkirina desteserkiriyên neyasayî dike.

 

Beşeke din a raportê li ser hewldanên azadkirina Kurdên Êzidî yên di destê DAIŞê de ye. Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje ku heta Tebaxa derbasbûyî ofîsa rizgarkirina Kurdên Êzidî ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye damezrandin, zêdetirî 10 milyon dolar ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî yên di destê DAIŞê de xerc kiriye.

 

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê jî diyar dike ku heta Cotmeha par zêdetirî 3 hezar û 300 Kurdên Êzidî reviyan yan hatin rizgarkirin. Herwiha 250 Mesîhî jî ji destê DAIŞê reviyan û hatin rizgarkirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.187 seconds