Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Li Girê Spî ji ber gefên Tirkiyê bazirganî lawaz bûye

Ji aliyê Îvan Hesîb 15-4-2018
Rûdaw

Girî Spî (Rûdaw) – Li navçeya Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê ji ber liv û tevgerên arêşa Tirkiyê ku gelek caran li deverên sinorî sivîl dikin armanca xwe, bazar gelek lawaz bûye.

 

Bajarê Girê Spî ku ji aliyê rêveberî ve girêdayî parêzgeha Reqayê bû, niha ji aliyê YPGê ve tê parastin, û ew deriyê sînorî yê di navbear Tirkiye û Girê Spî de, ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye girtin, vê yekê jî bandora xwe li ser aboriya deverê kiriye.

 

Xelkê Girê Spî  ji Rûdaw re dan xuyakirin ku destgirtina Tirkiyê bi ser Efrînê de û gefên vê dawiyê, bandoreke nerênî li ser jiyana wan kiriye û daxwazê dikin ku çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin.

 

Bajarokê Girê Sipȋ yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber cihê xweyî giring li ser sȋnorê Tirkiyê, xwedȋ tevgereke bazirganȋ çalak bû.  Lê piştȋ gefên Tirkiyê bi derbasbûna li deverên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li bajar û navçeyên sȋnorȋ, jiyana xelkê û tevgera bazirganî bi giştȋ lawaz bûye.

 

Bazîrganî bi navê Mihemed Mêrza ji Rûdawê re wiha got: “Niha bi giştî bazirganî kêm bûye. Metirsî heye dibêjin ha îro bên. Me dît li Efrînê çi bû.”

 

Leşkerên artêşa Tirkiyê berdewam cotkar û gundiyên nezȋ sinor armanc dikin. Hinek ji Kurdên Girê Sipȋ, sedema zêdebûna gef û destwerdana Tirkiyê li herêmê bi neyekrêziya tevgera siyasȋ ya Kurdȋ ve girêdidin.

 

Dikandarê bi navê Mihemed Emȋn jî got: “Tirkiye îro li ser me gef e. Xelkê me nikarin herin di nav zeviyên xwe de.”

 

Bêtirî 50 gund û navçe, girêdayȋ bajarokê Girȋ Sipȋ piraniya xelkên wan deveran kelûpel û pêdiviyên xwe ji bazara Girê Sibȋ dabȋn dikin,  lê her ku dengê guleyên artêşa tTrkiyê bilind dibe ew berê xwe didin bajarokên dîtir, mîna Eyn Issa û Silûgê .

 

Berȋ alozî û şerê Sûriyê, dergehê di navbera bajarokê Girê Spȋ û Akçekaleyê de li aliyê Bakûrê Kurdistanê, çavkaniya sereke bû ji bazirganȋ û hatine geştyaran re, lê ew dergeh niha hatiye rawstandin.

588 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû 13 demjimêr berê |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
0.344 seconds