Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Serokê Zanîngeha Duhokê: Me ji bo lêkolînên Enfalê navendek damezrand

Ji aliyê RÛDAW 15-4-2019
Serokê Zanîngeha Duhokê Dr. Muslih Duhokî

Duhok (Rûdaw) – Serokê Zanîngeha Duhokê Dr. Muslih Duhokî diyar kir ku wan li nav Zanîngeha Duhokê navendek damezrandiye, bi navê Navenda Cenosyad û Vekolînên Cenosaydê û ev navend dê zanyarî û data û vekolînan kom bike û pêşkêşî cihên peywendîdar bike daku ev mijar weke cenosayd were nasîn.

 

Li Zanîngeha Duhokê konferanseke taybet bi nasandina cenosayda Kurdan birêve diçe û di çarçoveya roja duyem a konferansê de Serokê Zanîngeha Duhokê Dr. Muslih Duhokî beşdarî bultena Rûdawê bû.

 

Derbarê sedema lidarxistina konferansê de Dr. Muslih Duhokî ji Rûdawê re ragihand: “Encamdana konferanseke zanistî ya navdewletî di rojeke weke 14ê Nîsanê de ku roja bîranîna wê karesata reş a Enfalê ye, giringiya xwe heye ji gelek aliyan ve. Ya yekem; Enfal wijdana mirovahiyê hejand, ya duyem heta îro jî çîrokên Enfalê bûne pirtûk û raport û lêkolîn, herwiha bûye mijara herî giring a medyaya cîhanê û herêmê.”

 

Dr. Muslih Duhokî diyar kir: “Heta îro birînên Enfalê nehatine dermankirin, heta îro gelek welatên cîhanê nizanin ka rejîma Bees a gor bi gor çi tawan li ser miletê me kirine û ew tawan bûne sedema windabûn û binerdkirin yan şehîdkirina zêdetirî 182 hezar zarok û jin û pîremêr û xelkê sivîl ê miletê me.”

 

Li ser giringiya konferansê jî Duhokî eşkere kir: “Enfal tawaneke rêkxistî bû, çi şeklekî bi çi şêweyekî ji wan cenosaydên di dîrokê de hatine kirin kêmtir nîne, ew jî bi rêya lêkolînan û ji bo vê armancê me navendekê li nav Zanîngeha Duhokê damezrandiye, bi navê Navenda Cenosyad û Vekolînên Cenosaydê û ev navend dê zanyarî û data û vekolînan kom bike û pêşkêşî cihên peywendîdar bike daku li ser bixebitin û ev mijar weke cenosayd were nasîn.”

 

Li nav Zanîngeha Duhokê navendek li ser civaknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî hatiye vekirin û Dr. Muslih Duhokî li ser sedema vekirina vê navendê diyar kir: “Îsmaîl Beşîkçî dostê dêrîn ê miletê Kurd e, ji ber gihandina peyama rast a doza miletê Kurd çendîn car hatiye îşkencekirin û zindanîkirin. Ji ber vê yekê ji bo rêzgirtina li vî mirovî, me navendek li nav Zanîngeha Duhokê damezrand.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
655 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds