Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Til Rifetê rêkevtina Rûsî-Tirkî li dijî YPGê

Ji aliyê RÛDAW 15-4-2019
Til Rifet niha di kontrola YPGê û hêzên Ceyş el Suwar de ye.

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê ala xwe li navenda bajarokê Til Rifetê bilind kirin, rewş û siberoja wî bajarî ketiye rojevê û tê gotin ku li pişt perdê, rêkevtineke Rûsî-Tirkî heye ku Yekîenyên Parastina Gel (YPG) ji Til Rifetê bê derxistin.

 

Roja 10ê Nîsanê, di merasîmekê de, bi beşdariya berpirsên Partiya Beis a Sûrî, hêzên hikûmeta Sûriyê ala xwe li ser girê naverasta bajarokê Til Rifetê bilind kirin.

 

Piştî bilindkirina ala Sûriyê, raportên hevdij derbarê vekişandin û mana hêzên Rûsyayê li bajarokê Til Rifet, Minix û derdora wan de tên belavkirin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê hewl da zanyariyên piştrastkirî ji deverê berdest bike. Ev dîmen, îro Duşemî 15ê Nîsanê berî nîvro ji nav bajarokê Til Rifetê hatiye kişandin û ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin. Wek ku di dîmenan de diyar e, hêzên Rûsî hêj li nav Til Rifetê ne.

 

Elî Bedran, parêzer û çalakvan ku bi xwe xelkê Til Rifetê ye û kordînatorê berê yê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê  bûye, ji Rûdawê re got: "Tenê beşek ji hêz û erebeyên Rûsî ji Til Rifetê derketine û heta niha hêzên Rûsî li nav bajêr hene."

 

Elî Bedran diya kir: "Rêkeftineke Rûsî-Tirkî heye ji bo derxistina YPGê ji Til Rifetê, lê ew rêkeftin neketiye warê cîbicîkirinê."

 

Bedran tekez kirk u opozisyona Sûriyê amadekariya êrîşeke li dijî YPGê dike û got:"Opozisyona Sûriyê amadekariyê dike da ku êrîşî devera ji Til Rifet heta nêzêk Babê bike."

 

Ji nav bajarê Til Rifetê, çavkaniyeke nêzîkî Rêveberiya Xweser ji Tora Medyayê ya Rûdawê re da zanîn ku heta niha hêzên YPGê, Rûsya û Sûriyê li Tilrifetê ne.

 

Ji devera Şêrawa jî, ku 12 gundên wê hêj di destê YPGê de ne, çalakvanekî Kurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên Rûsî heta niha ne tenê li Til Rifertê lê belê li Minix û hin gundên devera Şêrawa jî hene.

 

Roja 15ê Sibata 2016an hêzên YPGê û Ceyiş el Suwar ku hêzeke ser bi YPGê û hevpeymanê wê ye, derbasî bajarokê Til Rifetê bûbûn.

 

Herwiha roja 29ê Tebaxa 2017an jî hêzên Rûsî derbasî Til Rifetê bûbûn.

 

Piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê û piştî ku di 18ê Adara 2018an de ew herêma Rojavayê Kurdistanê kete bin kontrola Tirkiyê, hêzên YPGê yên li Efrînê û Rêveberiya Xweser a Efrînê derbasî Til Rifetê û herêma Şehbayê bûn.

 

Roja 26ê Adara îsal jî yekem dewriyeya hevbeş a Tirkî-Rûsî li derdora Til Rifetê geriya.

 

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Firokexaneya Minix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye.

 

Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds