Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Pêşverû: Şamê ti proje ji bo Pirsa Kurdî nîne

Ji aliyê RÛDAW 15-4-2019
Sekreterê Pêşverû dibêje, ew heta niha çend caran bi berprisên Şamê re civiyane lê ji wan re xuya bûye ku hikûmet ji bo çareserkirina Pirsa Kurd li Sûriyê bê proje ye.

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Pêşverû eşkere kir ku ew çend caran bi berprisên Şamê re civiyane û got: “Heya niha hikûmeta Sûriyê tu nerîn û projeyek ji bo çareserkirina pirsa Kurdî nîne.”

 

Di daxuyaniyeke taybet de, Sekreterê Partiya Demkorata Pêşverûya Kurd li Sûriyê, Hemîd Hecî Derwêş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku eger danûstandina Şamê bi hêz û aliyên Kurdî re destpê bike, ew dê berî her aliyekî din tevlî wan danûstandinan bibin û tu carî xwe nadin paş.

 

Hemîd Hecî Derwêş herwiha got, Rûsya dixwaze danûstandin di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û rayedarên Şamê de bimîne, jibo ku her du alî lihev bikin û bigihin biryarekê.

 

Sekreterê Partiya Pêşverû hikûmeta Sûriyê weke xwediyê biryarê li wî welatî bi nav kir û da xuyakirin, ew heta niha çend caran bi berpirsên hikûmeta Şamê re civiyane û got: “Heya niha hikûmeta Sûriyê tu nerîn û projeyek ji bo çareserkirina pirsa Kurdî nîne.”

 

Hemîd Hecî Derwêş destnîşan kir: “Divê Şam danûstandinê bi Kurdan re bike û tiştek li ber çavê wan hebe, yanî bibêje em heqê Kurd heq dibînin û em vî heqî dibînin ku bigihe milletê Kurd.”

 

Hemîd Hecî Derwêş wiha axivî: “Em çûn Şamê û bi xwediyê qirarê re da û stand, sê çar caran. Me ji wan xwest ku rayekê bidin li ser rewşa Sûriyê, ku çi dixwazin û çawan ew rewşa Sûriyê, ew kirîza Sûriyê dê çareser bibe, herwiha ew ji çareseriyekê ji pirsa Kurdî re dibînin. Mixabin me rayek (nêrînek) li cem wan nedît, rayekî wisa xuya ku projeyê bidin û bibêjin ew çareseriya me ye ji mesleya Sûrî re, ew çareseriye me ye ji bo Pirsa Kurdî, me li cem wan nedît.

 

Ez bawer nakin Rûs bibin asteng û bikevin navbera Sûriyê û PYDê û nehêlin ku bigihin encamekê. Rûs dixwazin li Sûriyê ew kar here serî (bigihe encamê) û ji bo vê yekê ez dibêjim dê bixwaze ku hikûmet û PYD jî bigihin lihevtêgihîştinekê.

 

Divê Şam danûstandinê bi Kurdan re bike û tiştek li ber çavê wan hebe, yanî bibêje em heqê Kurd heq dibînin û em vî heqî dibînin ku bigihe milletê Kurd. Ez nabêjim hêviya min tune ye, lê heya a niha ti proje di destê wan de nîne. Sibe projeyeke wan çê bibe û bi Kurd re bidin û bistînin, heqê Kurd nas bikin, pêşiya her Kurdî em dê bi wan re bidin û bistînin, em bi ti awayî xwe nadin paş.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.36 seconds