Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Hewlêrê 3 kesan destdirêjiya seksî li zarokeka 7 salî kirin

Ji aliyê RÛDAW 15-4-2019
Polîsê Hewlêrê dibêje, wan kesek girtiye û hewlên wan bo girtina du kesên din berdewam in.

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê sê kesên nûciwan destdirêjiya seksî kirine ser zarokeke keç a 7 salî û piştre di demekê de ku ew zarok bêhiş bûye, avêtine cihekî çol.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, roja 3ê Nîsanê, sê kesên nûciwan zarokeka keç a 7 salî ku li dibistanê pola duyem dixwîne, di rêya vegera ji dibistanê de direvînin û piştî ku wê bêhiş dikin, destdirêjiya seksî lê dikin.

 

Piştî 3 demjimêran, ew sê nûciwan wê zaroka 7 salî, di demekê de ku bêhiş bûye, li nêzîkî mala wê davêjin jêr otomobîleke barhilgir û bixwe direvin.

 

Wê zaroka keç ji Rûdawê re behsa dema revandina xwe kir û got: “Ez xistim nav otomobîlekê û heb dane min, kêr jî xistin ser stuyê min. Paşê ez avêtibûm jêr loriyekê (kamiyonekê). Ez çûme male û min ji dayika xwe re got, wê jî yekser ez dax kirim û li min xist.”

 

Li gor agahiyên Rûdawê, ji ber wan hebên bêhişker ku hersê nûciwanan dabûne wê, rewşa tendirustiya wê zarokê heta 4 rojan nebaş bûye. Bavê wê keça heft salî piştî ku pişkinînên pizşîkî ji bo keça xwe dike, li dijî pênc kesan gilî tomar kiriye ku yek ji wan kesan zirdayika keçikê ye.

 

Bavê wê keçê dibêje, pêştir jî zirdayika keçikê çend caran hewl dabû ku wê zarokê bixeniqîne, herwiha yek ji wan nûciwanên ku keçik revandibû jî, xizmê nêzik ê keçikê bixwe ye.

 

Bavê keçikê dibêje: “Daxwaz min ev e, ew kes bi tundtirîn şêwe bêne sizadan. Min tiştek li gel hevjîna xwe jî nekiriye û hêj li malê ye.”

 

Bi gotina rêvebera wê dibsitana ku keçik lê dixwîne, wan zêdetir ji heft caran polîs û asayiş agahdar kirine ku çend nûciwan zehmetiyê ji xwandevanan re çê dikin, lê belê polîs ti kes desteser nekir.

 

Polîsê Hewlêrê piştî çend rojan li gor maddeya 393 ji Yasaya Sizadana Iraqê, kurmetekî keçikê desteser kiriye.

 

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz jî dibêje: Me demildest bi lêkolînê kir û me kesek desteser kiriye. Ew kesên ku keçik revandibûn, temenê wan li jêr 18 saliyê ne û em di hewldanê de ne jib o desteserkirina herdu kesên din jî.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, sala par jî birayê yek ji wan nûciwanan li heman dibistanê keçeke din revandibû.

 

Di heyama çar mehên îsal de ew pêncemîn car e ku rewşeke bi vîawayî li Hewlêrê diqewime.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1119 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds