Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

MÛSIL - Çekdaran 3 xortên ji Kobanî revandin

Ji aliyê RÛDAW 15-6-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Komeke çekdaran di duşembiya vê heftiyê de 3 xortên Kurd ên ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê li nav bajarê Mûsilê revandin, ku piştre yek ji wan xortan kuştin.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, roja suşembia bihorî komeke çekdar li nav bajarê Mûsilê û li taxa Sînae (Pîşesazî) 3 xortên Kurd ên ji Kobanî revandin.

 

Çavkaniyekî agahdar ji Rûdawê re aşkere kir, ku komeke çekdar a nenaskirî her sê xortên Kurd ên bi navên Mihemed Ebdilxenî Berekê, Xweşnav Hesen Nessan û Mihemed Elî Şêxo roja duşembiyê revandin.

 

Li gorî agahiyan, çekdaran bi zorê pereyên wan xortan ji wan standin û piştî ku ew şevekê li cem xwe hîştin, sibeha roja sêşembiya vê heftiyê 13ê Hezîranê, endamên wê koma çekdar her sê ciwan gullebaran kirin, ku di encamê de Mihemed Ebdilxenî Berekê di cih de canê xwe ji dest da, û herdu ciwanên din jî bi giranî birîndar bûn.

 

Herwiha duh roja çarşembiyê jî ew her du birîndar ji bo dermankirinê ber bi nexwşxaneyên bajarê Silêmaniyê ve hatibûn veguhastin.

 

 Cenazeyê Mihemed Ebdilxenî Berekê jî piştî ku 3 rojan li cihê bûyerê li erdê mabû, îro ji aliyê welatiyên ji Kobanî ve ku li Herêma Kurdistanê dijîn, hate rakirin.

 

Li gorî zanyariyan, cenazeyê wî xortî niha li ser riya dergehê sînorî yê Sêmalka ye, ji bo ku wî derbasî Kobanî bikin, da ku li warê xwe bi axê were spartin.

2184 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| Duh vî demî 02:20 | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| 23-2-2018 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.422 seconds