Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE – Nimêja cejna Remezanê li Hewlêrê

Ji aliyê RÛDAW 15-6-2018
4478 hatiye dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Înê di yekemîn roja cejna Remezanê de, musilmanên bajarê Hewlêrê berê xwe dan mizgevtan û nimêja cejnê kirin û piştre destê hev girtin û cejn li hev pîroz kirin.

 

Li mizgevta Rêya Biheştê ya li Hewlêra paytext ku mamosta mela Fatih Şaristênî têde pêşnimêjiyê dike û gotaran dixwîne, gelek welatiyên musilman ên Hewlêrê amade bibûn û nimêja cejnê kirin. Li wê mizgevtê, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, Piştîwan Sadiq jî amade bibû.

Êvariya doh pênşemiyê, lijneya dîtina heyvê ya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku heyva Şewalê hatiye dîtin û ji ber wê roja înê 15ê Hezîrana 2018 yekemîn roja cejna Remezanê ye.

 

0.328 seconds